Şewata ku li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê piştî êrîşên topbaranê derketin hêjan didome, li Rûbaroka girêdayî Şemzînanê jî ji ber heman sedemê şewata daristana derket.
Li gorî agahiyên hatine girtin, di demjimêrên sibehê de tabûra gundê Diravanê ya bajaroka Rûbaroka ser bi Şemzînanê ve gundê Qelîtê dan ber topan. Di encama êrîşa topbaranê de li daristanê şewat derket. Ji ber ku mudaxeleyî agir nehatiye kirin, her ku diçe gurtir dibe. Her wiha hate ragihandin ku piştî êrîşên topan li herêmê operasyon hate destpêkirin.
Artêşa Tirk duh di demjimêrên şevê de Çiyayê Heskêlê ya Çelê dan ber topan, di encama topbaranê de li daristanê şewat derketibû. Yekîneyên leşkerî yên Girê Qiyanis Çiyayê Heskêlê dan ber topan û di encamê de şewat derketibû û hate ragihandin ku, her ku diçe agir gurtir dibe.