Di dosyaya derheqê li navçeya Pasura Amedê bi hinceta ku di sala 1991'an de tevlî cenazeyê gêrîlayan bûne gule li welatiyan barandibûn û 7 welatî kuştibûn de îfadeya 37 serdaran hat girtin.
24'ê Kanûna 1991'an li navçeya Pasura Amedê ji bo 3 cenazeyên gêrîlayên PKK’ê li navçeya Bongîlaneya Çewlikê merasimek hat lidar xistin. Di encama gulebarana ji tabûra qomandoya cendirme ya Pasurê de welatiyên bi navê Mehmet Nesîp Altin, Neytullah Tekîn, Hayrettîn Demîrtuyî, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Alî Mîltaş û Şahîn Tekîn li cihê bûyerê jiyana xwe jidest dabûn, Mehmet Şah Tekîn û Şeyhmus Altindag jî birîndar bibûn.
JI BO DARIZANDINÊ FEZLEKE HAT RÊKIRIN
Dadgeha ewlehiyê ya wê demê derheqê 54 kesên tevlî merasima cenaze bûne de doz hat vekirin, piştî demekê 54 kes ji dozê bereet kirin. Dozgeriyê Komarê yê Pasurê yê wê demê Mustafa Akkuş jî di 25'ê Tebaxa 1992'an ji bo pêşkêşî wezareta edaletê bike ji Serdozgeriya Komarê ya Pasurê re fezleke rêkir. Dozger Akkuş di fezlekeya xwe de diyar kir ku di dema berpirsyariya fermandarê jenderme Îsmet Yedîyildiz de mirov hatine kuştin û daxwaza darizandinê kir. Hat hînbûn ku ji bo fezlekeya dozger tu karûbar nehatine kirin. Lê di 7'ê Tîrmeha 1993'an de dozgerê komarê Faruk Yilmaz biryara bêşopandinê da û biryara ji bo pêdiviyên divê bê kirin dosyayê rêkin lijneya bajêr û navçeyê da.
Di fezlekeya ku ji aliyê dozgerê Komarê yê Pasurê Faruk Yilmaz ve hat amadekirin û piştî salan bi razandina tezmînatê derket holê de hat diyarkirin ku Fermandarê alaya jenderme ya Amedê piştre wekî serfermandar hat erkdarkirin û di sala 1999'an de di qezaya trafîkê ya Trabzonê de jiyana xwe jidest dayî Îsmet Yedîyildiz tevî dij-derketina waliyê bajêr jî fermana guleberdanê daye. Li ser vê yekê dosyaya Îsmet Yedîyildiz hatiye cudakirin û ji meqama walîtiya Amedê re hatiye rêkirin.
ÎFADEYA 37 SERDARAN HAT GIRTIN
Piştî ku parêzer Nîhat Eren ji bo 2 kesên birîndar bûyî û ji bo tezmînatê serî lê da, derket holê ku heta sala 2005'an ji bo bûyera ku 7 kes lê hatin kuştin tu gav nehatine avêtin. Di encama israra Eren ya 7 salan de dosyaya bûyera 27 sal beriya niha ji nû ve hat amadekirin. Dozgeriya Komarê ya Pasurê di vê pêvajoya ku ji bo demboriyê demeke kurt maye de bi daxwaznameyekê lêpirsîn da destpêkirin. Bi lêpirsînê re doz ji demboriyê xilas bû û di çarçoveya kuştina mirovan de îfadeya 37 serdaran hat girtin. Hat hînbûn ku piştî îfade biqede dozgerê komarê dê îdîaname amade bike."