Piştî 21 salan wê li xaka xwe were definkirin
Davût Altinkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî yên ku beriya 21 salan hatibûn qetilkirin, wê piştî 21 salan li Kerboranê bên definkirin.
Davût Altinkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî yên ku beriya 21 salan hatibûn qetilkirin, wê piştî 21 salan li Kerboranê bên definkirin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di encama kolandineke beriya salekê de hestiyên aîdî Davût Atlinkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî û kesekî derdorî 14-15 salî yên ku beriya 21 salan hatibûn windakirin hatin tesbîtkirin. Malbatên Altinkaynak û Akyon hestiyên zarokên xwe girtin, ÎHD’ê ji bo teşxîskirina cenazeyê din jî daxwaz kir ku malbat serî li wan bidin.
3. rûniştina doza têkildarî 3 zarok û sivîleke ku li Kerboranê di 29’ê Cotmehê 1995 û 8’ê Adara 1996’an de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Di encama têkoşîna ÎHD’ê ya Şaxê Mêrdînê de têkîldarî aqûbeta kesên li Kurdistanê hatine windakirin û qetilkirin de, di meha Nîsana 2015’an li şikefteke nêzî Çemê Dîcle ê gundê Dîlan ê girêdayî Kerboranê de lêkolîn hate kirin. Di kolandina di bin çavdêriya dozgeriyê pêk hat de hestiyên aîdî 3 kesan hatin dîtin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
Hefteya bihurî, di nimûneya DNA’yê de hat destnîşankirin ku hestiyên hatine dîtin aîdî Davût Alinkaynak ê 13 salî, Nedîm Akyon ê 16 salî û kesekî derdora 14-15 salî yên ku di heman dîrokê de hatine windakirine. Malbatan îro hestiyên Altinkyanak û Akyon girtin, tê payîn ku hestiyên zarokan piştî 21 salan li goristana Seyîd Hesen a li Kerboranê defin bikin.
Li aliyê din Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ji bo teşxîskirina hestiyê zarokê 14-15 salî yê nehatî zelalkirin, daxwaz kir ku malbatên zarokên wan di wê demê de hatine windakirin serî li ÎHD’ê bidin.