Pira di navbera gundên Oremar û Şitazinê yên girêdayî navçeya Gever ya Colemêrg de di encama teqîna bombeyê de hilweşiya.
Pira di navbera gundên Oremar û Şitazinê yên girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê duh di demjimêrên şevê de di encama teqîna bombeyê de hilweşiya. Piştî ku pir hilweşiya hat hînbûn ku, xelkê herêmê nekarî derbazî navçeyê bibe. Hêjmarek zêde leşker veguhestin herêma cihê pirê ku nêzî gundê Şitazinê ye, her wiha hate zanîn ku, yekîneyên Şeftiya Bikaranîna Rêyênbejahiyê yên girêdayî Geverê hatin cihê bûyerê. Di teqînê de mirî û birîndar çênebûn, hate ragihandinku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.