Gerîlayên Hêza Parastina Gel di 17. Salvegera çalakiya Zeyneb Kinaci de, her wiha tecrîda giran a li ser Rêeberê Gelê Kurd berdewan dike de nêrînên û helwestên xwe anîn zinam û wiha gotin: “ Li gorî me di warê siyasî de her wiha polîtîkayên ku îro li ser Rêberê me û gelê kurd berdewam dikin heman siyasete, tenê rêbaz hatine guhartin. Ji ber vê heyanî ku tecrîd li ser Rêberê me berdewam bike wê çalakiyên me yên fedayî jî berdewam bikin.”
17. Salvegera çalakiya fedayî ya gerîlaya ARGK’ê a bi navê Zeyneb Kinaci ango Zîlan a ku di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî pêk aniye û di wê çalakiyê de bi qasî 30 leşkerên dewleta tirk tên kuştin. Zîlan piştî ku beşdarî refên gerîla dibe piştî wê bi demeke kin siyaseta îmha û înkarê ya ku li ser gelê kurd tê meşandin, her wiha êrîşên ku li ser Rêberê gelê kurd Ocalan dema ku li paytexta Suriyê Şamê bû bi awayekî berfireh analîz dike û li hember van êrîşan biryara çalakiyeke fedayî dide.
Gerîlayê bi navê Ceng di derbarê çalakiya Zeyneb Kinaci de nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Di dîroka têkoşîna me de gelek çalakî hene, her çalakiyek li gorî xwe dibe bersîva hinek pêvajoyan, lê hinek çalakî jî hene dibin besîva hemû pêvajoyan. Çalakiya hevala Zîlan çalakiyeke ku bû bersîva pir tiştan û rastiya hevala Zîlan jî di wê çalakiyê de veşartî ye. Di pêvajoya ku hevala Zîlan çalakiya xwe pêk aniye de hem di hundir de, hem jî ji derve de êrîşên mezin li ser tevgera me hebûn, her wiha rastiya çalakiya hevala Zîlan hemû rastiyên êrîşên heyî derxiste holê.”
ZÎLAN HÊZA XWENDINA PÊVAJOYÊ YE
Gerîlayê bi navê Hesen Botî di derbarê pêş dîtinên Zeyneb Kinaci ya wê pêvajoyê de nêrînên xwe wiha bi lêv dike: “di sala 1996’an de dema ku çalakiya hevala Zîlan pêk hatiye ez bi xwe li herêma Botanê bûm û me agahiya vê çalakiyê ji radio bihîst. Ji ber vê hem di medya tirkan de hem jî di medya cîhanê de deng veda ji ber çalakiyên wiha cara yekem bû ku pêk dihat. Di wê pêvajoyê de siyaseteke taybet li ser Rêbertî û tevgera me bi rêve diçû, careke din pilan û komplo hebûn. Ji ber vê jî em wê pêvajoyê ji roja îro qut nagirin dest, ji ber siyaseta ku tê meşandin xizmeta heman armancan dikin. Tenê di roja îro de rêbaz tên guhartin, ji ber hêzên ku wê demê jî êrîş pêk tanînin û yên ku îro tecrîdê li ser Rêbertî pêk tînin heman neyarin. Lê hevala Zîlan ji me hemûyan baştir komploya li ser Rêbertî bi rêve diçe fêm kir ji ber vê çalakiyeke wiha pêk anî, ji lewma em wateyeke mezin didin vê çalakiyê”
‘ZÎLAN ÎFADEYA DÎROKA TÊKOŞÎNA ME YE’
Gerîlaya bi navê Zenda Stêrk di derbarê wateya çalakiyên fedayî û wateya şehîd bûnê di dîroka têkoşîna azadiyê de wiha şîrove dike: “Rêber APO dibêje: ‘partiya me partiya şehîdan e’, ji ber vê wateya şehîd li gel me pir cûdaye. Yek ji wan pêşengên vê xetê hevala Zîlan e, bê goman çalakiya hevala Zîlan ji bo me wateya wê cûda ye. Dema tê gotin Zîlan ne tenê bi çalakiya ku kiriye tê bîra mirovan, di heman demê de jiyana wê bi çi rengî bû em li ser vê yekê bi giranî disekinin. Rihê çalakiya hevala Zîlan îfadeya giyana dîroka partiya me û pêşengên partiyê yên weke Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û xeta wan dest pê kiriye û xeta ku hevala Zîlan di sala 1996’an de berdewam kiriye nîşan dide. Di roja îro de jî bi rihê Apoyî careke din hevalên me çalakiyên fedayî berdewam dikin. Her ku tecrîd li ser Rêberê me berdewam bike, giyana fedayî jî wê her berdewam bike. Hevala Zîlan bi armancekê ev çalakî pêk anî di wê pêvajoyê de êrîşên ku li ser Rêbertî û gel hebûn, her wiha hevala Zîlan di nameya xwe de jî îfade kiriye ku ger ji canê min zêdetir tiştekî min bihatir heba minê ji bo Rêbertî feda kiriba. Ev yek ji bo me pir bi wate ye, ji ber ev çalakiyeke ne hêsan e lê di heman demê de jî bi bandor bû”
Zenda Stêrk di berdewamiya gotinê xwe bal dikşîne ser teybetmendiyên Zeyneb Kinaci û wiha rave dike: “Rêber APO dibêje: ‘Zîlan fermandara min e.’ Ji ber vê ev tê wateya ku hevala Zîlan fermandara me hemûyane, bi taybetî jî em jinên ku îro têkoşînê dikin. Dema tê gotin çalakiya hevala Zîlan ji bo min gelek tiştan îfade dike, wêrekî, fedaî bûn, lehengî û bedewbûna ku di kesayeta hevala Zîlan de îfadeya pir tiştan dike. Her şehîdbûneke di nava tevgerê de dibe sedem ku pêngavên nû werin avêtin, ev yek ji bo tevgera jinê jî wiha ye. Mînak di şehîd bûna hevalê Heqî Qerer re Rêbertî biryara partî bûnê sitand, lê piştî şehîd bûna hevala Zîlan bû sedem ku artêş bûna jinê pêş bikeve. Ji ber vê jî hevala Zîlan mîraseke mezin ya têkoşîna me ye. Ger di roja îro de em xwedî destkeftên mezinin ev hemû ji ber hevalên me yên weke hevala Zîlan çalakiyên wiha bi rûmet pêk anîne”
Zenda Stêrk bal dikşîne ser erkên ku di vê demê de dikeve ser şanê gel û gerîla û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Giyana ku bi hevala Zîlan re derketî holê ji bo roja îro jî derbasdare. Di serî de tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin tiştekî hêsan nîne, ev tecrîda li ser Rêbertî tê wateya ku ev tecrîd li ser hemû gelê kurd e. Her wiha li ser gelê me jî heman zûrahî hene, hîn jî li ser ziman, çand, nasmane û netewa me dagirkerî heye û komkujî gelekî eşkere li ser gelê me bi rêve diçin. Em hemû jî di giraniya vê pêvajoyê de ne û erkên ku dikevin ser milê me li kur dibe û bi çi rengî dibe, divê em bi erkê xwe rabin ji ber gelek erkên ku Rêbertî dane pêşiya me hene û divê ku em pêk bînin. Ji ber em weke şervanên azadiyê heyanî dawî bi Rêberê xwe ve girêdayîne û ji me were xwestin em ê çalakiyên wiha jî bikin ji ber heyanî niha gelê kurd tune nebûye ji vir û şûnde jî tune nabe. Di vê pêvajoyê kesê ku dil û mejiyê wan ji bo azadiyê lêdide û dixwaze hinek tiştan pêş bixîne, divê em karên şoreşê bidin ser milên xwe.”
‘PEYAMÊN ZÎLAN JI BO ME BINGEHÊ TÊKOŞÎNÊ YE’
Gerîlaya bi navê Evîn Fereşîn di derbarê peyamên Zeyneb Kinaci di nameyên xwe de dane de wiha dest bi gotinê dike: “beriya her tiştî em hevala Zîlan û çalakiya wê ya serkeftî û hemû hevalên fedayî yên vê dozê bi rojeke û giyaneke nû bi bîr tînin. Hevala Zîlan bi helwest û çalakiya xwe daye diyar kirin ku li hember hemû êrîşên ku bi rêve diçin em emedene. Zîlan bi çalakiya xwe peyamên ber bi çav ku êdî gotin wateya xwe xila kiriye û êdî dem hatiye ku çalakî pêk were daye. Rastiya hevala Zîlan weke behrekê diherike, her ku mirov diçe ewqas dikeve nava ferehiya wê û dikare pê re bimeşe. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe peyama giyana fedayî ya herî serkeftî di lotkeyê de daye. Û karî bi çalakiya xwe kelha azadiyê ava bike, rihê qehremantiyê ya gelê kurd ya ku her dem li ber xwe dide, careke din nû kir û gihande zîrveyê û ji neyar re got her çiqas tu bixwazî mirinê li me deyatma bikî, em hem mezin dibin hem jî em bi çalakiyên xwe mirinê vedigerînin jiyanê. Hevalên di dema dawiyê de jî çalakiyên xwe pêk anîne li ser vê xet û felsefê tevgeriyane û peyamên hevala Zîlan ji xwe re kirine bingehê jiyanê. Her wiha peyamên ku hevala Zîlan di nameya xwe de daye wê ji vir û şunda jî ji me re bibin bingehê têkoşînê. Ya herî girîng ew e ku wê ev giyan her biçe jîndar bibe û em bikarin di pêvajoya çaremîn de xwedî li Rêber APO derkevin û em tecrîdê ji ser rakin. Ji bo vê yekê jî ji me giyana fedayî tê xwestin ku em her dem giyana hevala Zîlan di xwe de zindî bihêlin. Bi taybet em hevalên jin bikarin di her kêliyê de giyana hevala Zîlan ber bi serkeftinê ve bibin.
Evîn Feraşîn di derbarê pêşketinên ku di nava tevgera jin de, piştî çalakiya Zeynb Kinaci ya fedayî de wiha dinirxîne: “Çawa ku ji bo serkeftin û gav avêtinên nû hevala Zîlan bû vejîn, di heman demê de jî hevala Zîlan ji bo bîrdoziya jin jî bû şopdar ka çawa jin dikarin çalakiyên çawa pêk bînin hêza jin ya bîrdozî derxiste holê û bi zelalî nîşanî me jî da. Di kaseyeta hevala Zîlan de ew bîrdoziya Rêbertî ji bo jin afirandiye gihand lotkeyê. Ji ber hevala Zîlan bi çalakiya xwe jiyaneke nû ji bo hemû jinan afirand, hemû deriyên ku li ser gelê kurd hatibûn girtin karî veke. Ez bi xwe weke kes jî bi vê çalakiyê pir bandor bûm, ji ber em ne li benda çalakiyeke wiha bûn. Lê hevala Zîlan karî bi hişyar bûna xwe me hemûyan hişyar bike, ji ber wê riya berdewam kirina azadiyê û giyana fedayî nîşanî me hemûyan da û ji me re bû zîrva azadiyê.”