Pevçûnên li mezrayên Rûbinûs û Navrezan ên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînan ya Colemêrgê berdewam dikin ber bi navenda navçeyê ve belav dibin. Dema ku tang ji navenda navçeyên derbaz bûn ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve bi doçkayê hatin gulebarankirin.Hate zanîn ku, pevçûna kîlometreyek dûrî navenda navçeyê pêktên guleyek hewanê li mezraya Qleşkê ya Nehrî li kîlera mala welatiyekî ket.
Pevçûnên li mezrayên Rûbinûs û Navrezan ên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di 24'ê tîrmehê de destpê kirin hêj berdewam dike. Serê sibê ber bi herêmê ve gelek tang hatin sewqkirin. Hate zanîn ku, li herêma kîlometreyek ji navende navçeyê dûr pevçûn qewimî. Piştî pevçûna 20 deqeyan berdewam kir ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor û 3'yemîn Fermandariya Tugaya Komando yê ber bi herêma pevçûnê ve bombe baran hate kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatin girtin helîkopter û tangên şandin herêmê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de tangan darbe girtin û tangên ber bi herêma operasyonê ve diçûn hatin rawestandin.
Hate ragihandin ku, li navenda navçeyê balafirên bê mirov digerin û di encama bombebaranê de guleyek hewanê li mezraya Qleşkê ya gundê Nehriyê li kîlera mala welatiyekê bi navê Mahmut Kaplan ket. Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket. Hate hînbûn kû di bombe baranê de gihayên gundiyê bi navê Îbrahîm Kaplan şewitî. Li aliyê din gelek tîmên taybet ber bi nokteya lêgerînê ya li ser pira Xiyal ve hatin sewqkirin.