Pevçûnên li Şemizînanê dijwar dibin: Bi dehan leşker mirin

Pevçûnên li Şemizînanê dijwar dibin: Bi dehan leşker mirin

Şer û pevçûnên ku 13 roj in li navçeya Şemizînanê dest pê kirine, bi dijwarî berdewam dikin. Di encama duh û îro de herî kêm 20 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Pevçûnên li herêmê didomin û artêşa Tirk herêmê ji hewayê û bejahî ve bombebaran dike.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li navçeya Şemizînanê de daxuyaniyek da û bal kişand ku pevçûnên dijwar diqweimin. Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Dihê ya Sêrtê û Payîzavaya Wanê de jî agahî da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li Şemizînanê de got; “Di 3'ê Tebaxê de li navçeya Şemzînan Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ê dixwest êrîşî gireke di navbera neqebên Nîrkola û Masîro bike ji saet 03.00'an heta 19.00'an pevçûnên dijwar qewimiye.”

DI DU ROJAN DE 17 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di heman rojê di saet 23.00'an de ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hate lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “Dîsa di 4'ê Tebaxê de di ji saet 02.00'an heta 07.00'an pevçûnên dijwar qewimîne. Di encama pevçûnên du rojan de bi giştî 17 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

2 GERÎLA JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku du gerîlayan di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û got; “ Di van pevçûn û êrîşan de 2 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameya du rêhevalên me yê gihîştine şahadete dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were aşkerekirin.”

LI MASÎROYÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan li Masîro çalakiyek li hemberî artêşa Tirk li dar xist û ev agahî hat dayîn; “Di 4'ê Tebaxê de di saet 07.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî paleyên Masîroyê li dijî leşerkên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI DIJÎ QEREQOLA GARÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 07.00-07.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Garê ji gerîlayan ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama çalakiyê de qereqol zirar dîtiye lê hejmara kuştî û bîrîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 00.15'an de li navenda Colemergê li taxa Tekserê li dijî 2 wesayitên bi zîrx ên akrep ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma vê çalakiyê de yek jê giran bi giştî çar tîmên taybet birîndar bûye. Herweha wesayiteke akrep jî derbe xwariye. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkoptera xwest ji Geverê biçe qereqolên Oremar-Şitazinê li rastî çalakiya gerîlayan hatiye û hat gotin; “Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 08.00-09.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî helîkoptereke skorskya ya dixwest biçe qereqolên Oramar û Şitazinê rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û naçar maye paş de bizîvire.”

LI DIJÎ HERÊMÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku j2'yê tebaxê û vir ve li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gostê, Girê Karker, Girê Masîro û Geliyê Nîrkolayê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan tê bombekirin.

LI DIHÊ BI DEHAN LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a di 2’yê tebaxê de li dijî qereqola navçeya Dihê ya Sêrtê pêk anîn a ku çapemeniya Tirk îdîa dikir ku tenê 2 leşker hatine kuştin de dauxyaniyek da û diyar kir ku bi dehan leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li naveçay Dihê ya Sêrtê li dijî leşkerên qereqola Diha kevn û du girên evlekariya wê digirt ên amadekariya operasyoneke berfireh dikirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de bi dehan leşkerên dijmin hatine kuştin. Herweha operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk a li dijî herêma Garısa destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Di derbarê pevçûn û operasyona li herêmê de em ê pişt re raya giştî agahdar bikin.”

LI PAYÎZAVAYÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê operasyon û pevçûna li navçeya Payîzavayê Wanê de jî agahî da û diyar kir ku herî kêm 6 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 3'ê tebaxê de li navçeya Payîzavayê Wanê li dijî herêma Nordîşê, Gundê Merwana û Çilgirê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 20.30'an de di navbera yekîneyeke dijmin a ji 30 kesî pêk tê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê d 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve lli dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Herweha dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan 4 caran ji herêmê dûr xistiye.”