Pevçûnên li Şemizînanê dijwar dibin

Pevçûnên li Şemizînanê dijwar dibin

Pêvçûnên ku li Navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşker artêşa Tirk diqewime, dijwartir dibe. Welatiyên li herêmê dijîn diyar dikin ku ji ber operasyonan nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ewlehiya jiyana wan tune ye.

Pêvçûnên li herêma mezrayên Rubunus, Navrezan û Begerde ya Navçeya Şemzînanê ya di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Artêşa Tirk pêk tên didomin. Hate zanîn ku herêm ji aliyê tankan ve tên bombebarankirin û hate diyarkirin ku pêvçûn piranî li gundikê Navrezan diqewimin. Ji aliyê din leşker û cerdevanên ku xwestin ji aliyê Gundê Qelaşkê bikevin Çiyayê Goman û Newala Şîhebînî ji aliyê gerîlayan ve hatine rawestandin û di navbera wan de pêvçûn derketiye.

PÊVÇÛN DIJWARTIR BÛN!

Hate ragihandin ku leşkeran dixwazin girên nêzî gundên Begerde û Beyşemsî yên ku di destê gerîlayan de, bigirin, lê heta niha tu encam negirtine. Ji aliyê din Artêşa Tirk bi tank û tîmên taybet dixwaze bikeve nava newalên Navrezan, Bêgir, Nîrkûle, lê ji ber ku ev hewldan ji aliyê gerîlayên HPG'ê bi gulebarandina doçkayan hate bersivandin, hatine sekinandin. Li herêmê ji ber bombebarandinê şewata daristanan pêk tê. Hate gotin ku pêvçûna ku danê êvarî li Gundê Beyşemsî û Mezraya Rubunusê derket, didome.

ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ

Hate diyarkirin ku vê sibê zarokekî 9 salî yê bi navê Mervan Sakîn li Gundê Beyşemsî dema dilîst, ji ber bombebarandinê ji ser gir ketiye erdê û birîndar bûye. Hate ragihandin ku zarokê birîndar hewl didin ku bibin nexweşxaneyê.

GUNDÎ XWARINÊ NIKARIN BIBÎNIN!

Derket holê ku ji ber operasyon û pêvçûnên li herêmê ji şeva din dest pê kir û hîn didome ceyran û telefonên gundiyan hatiye qûtkirin û gundî nikarin ji bo xwarinê zad bibînin.