Pevçûnên li navçeya Şemizînan berdewam dikin, tevgera hewayî ya ku duh êvarê dest pê kir heta heta sere sibê berdewam kir. Herêmên ku leşker nikarin bikevinê bi balefir, obîs û hewanan hatin bombebarankirin.
Kontrola berfireha ku gerîlayên HPG’ê ji 23’yê tîrmehê ve li navçeya Şemizînan a Colemêrgê danîne û pevçûnên li herêmê berdewamdikin. Tevgera hewayî ya ku duh êvarê dest pê kir heta heta sere sibê berdewam kir.
Heta niha ji bo ketina herêmê destûr nayê dayîn û hêzên artêşa Tirk jî nikarin bi rêyên bejahî bikevin herêmê. Herêmên ku leşker nikarin bikevinê bi balefir, obîs û hewanan hatin bombebarankirin. Artêşa Tirk ji 3’yemîn Tabûra Komando ya Çiyayî û 34’emîn Tûgaya Sînor a Şemizînanê Çiyayê Gomanê dan ber obîs û hewanan.
Dengê bombebaranê li gundê Nîrkûla û Masîroyê hatin bihihîstin. Bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li herêmê berdewam dike.