Pêş rapora li ser qetilkirina 12 ciwanan: Ji hundir ber bi derve ve gule nehatiye teqandin

Heyeta li Wanê li ser qetilkirina 12 ciwanan lêkolîn kirin daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku wan şopa guleyek ji hundir ber bi aliyê derve ve hatiye teqandin, nedîtine.

Di 10'ê Çileyê de polîsên Tirk avêtibûn ser maleke ji du qatan a li navçeya Wan Artemêtanê û 10 ciwan înfaz kiribûn. Der barê vê bûyera înfazê de agahiyên nû derdikevin holê. Şahidên bûyerê îdîaya polîsan ku digotin şer derketiye, derewandibûn.

Heyetek ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), ÎHD, MAZLÛM-DER, Baroya Amedê û Şaxê SES'ê yê Wanê li mala operasyon lê hat kirin lêkolîn pêk anî û pêş rapora xwe ya li ser mijarê li avahiya Baroya Wanê aşkere kir. Di civîna ragihandina raporê de Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet, Serokê MAZLÛM-DER Şaxê Wanê Cemal Demîr û Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr amade bûn. Tîmûr di destpêka civînê de axivî û got, "Di vê demê de gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Em jî li bendê ne ku ev şer bi dawî bibe û civak bangên xwe yên aştiyê bidomîne. Pêwîste tevahiya civak ji bo aştî li welêt bi cih bibe, bikevin nava tevgerê."

'ŞOPA GULEYA JI HUNDIR BER BI ALIYÊ DERVE VE HATIYE TEQANDIN, NÎNE'

Tîmûr da zanîn ku heman piştî operasyonê ew tevlî lêkolînan bûne û di vê der barê de pêş rapor amade kirine. Tîmûr diyar kir ku rapor hînê bi temamî neqediya ye û ew ê di hefteya pêş de raporê bi temamî bi raya giştî re parve bikin. Tîmûr ragihand ku ev daxuyaniya ew didin di çarçoveya pêşraporê de ye û got, "Li gorî tespîtên me yên destpêkê, hema hema temamiya cenazeyan, gule li serê wan ketine û ev nuqteyeke girîng e. Li mala bûyer lê qewimî, di encama lêkolînên me yên berfireh de me ev tespît kirin; Ji derveyî malê ber bi hundir ve şopa gelek fîşekan hatin dîtin. Lê ji hundir ber bi derve ve şopa fîşekekê li dîwêr nîne."

'DIVÊ TAVILÊ RANDEVÛ WERE DAYÎN'

Tîmûr anî ziman ku ji bo amadekirina raporeke xurt, wan ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Watiya Wanê daxwaza hevdîtinê kirine û got, "Pêwîste tavilê randevû were bersivandin û pêk anîn."

Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr da xuyakirin ku her çend malbatan raporên otopsiya cenazeyan xwestine jî rapor nehatine dayîn.