Pêngava Xezeba Firatê: Gund ji çeteyan tên paqijkirin

Pêngava Xezeba Firatê her bi pêş ve diçe. Şervanan gundên Wadî El Wirûd û El Eric û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Li gundê Hayîşê jî şer dewam dike.

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin. Şervanên ji aliyê Silûkê ve tevdigerin, di roja 6. a pêngavê de gundê Wadî El Wirûd ê bi 30 kîlometreyan dûrî gundê Qenterî ye, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên ji aliyê Eyn Îsa ve tên jî, girekî stratejîk, gundek û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên ji eniya Eyn Îsa ve bi pêş ve diçin, girê Şahîn ê li ser Çemê Belîxê, gundê El Eric ê bi 13 kîlometreyan li bakurrojhilatê gundê El Etiye ye û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Wekî din, şervanên li eniya Silûkê jî bi 39 kîlometreyan bi pêş ve çûne û xwe gihandine gundê Hayîşê. Li gundê Hayîşê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.

Çavkaniyên leşkerî dibêjin, Girê Şahîn ê ji çeteyan hatiye paqijkirin cihekî stratejîk e.

Li aliyê din hat ragihandin ku li gundê El Eric ê ji çeteyan hat paqijkirin, gelek mayin hatine bicihkirin.