PDK’ê careke din destûr neda cenazeyên şervanan bên derbaskirin
Hêzên PDK’ê dîsa rê nedan ku cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Çalakiya welatiyan a li ber deriyê sînor dewam dike.
Hêzên PDK’ê dîsa rê nedan ku cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Çalakiya welatiyan a li ber deriyê sînor dewam dike.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA`yê li deriyê sînor ê Sêmalka ragihandine, welatiyên Herêma Girkê Legê û Dêrikê vê êvarê careke din hewl dan ku cenazeyê 13 şervanên YPG/YPJ`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, lê hêzên PDK`ê dîsa rê neda cenaze derbas bibin.
Piştî ku îro danê sibehê hêzên PDK`ê nehiştin cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ`ê derbasî başûrê Kurdistanê bibin, welatiyan li ser pira di navbera Rojava û başûrê Kurdistanê de meşek li darxistin û cenazeyên şervanan birin heta aliyê din ê sînor. Lê hêzên PDK`ê rê neda ku cenaze derbas bibin û cenazeyên şervanan careke din vegerandin Rojava.
Helwesta PDK`ê bû cihê nerazîbûna welatiyan û bi hezaran welatiyên herêma Girkê Legê û Dêrikê vê êvarê herikîn deriyê sînor ê Sêmalka.
Çalakiya welatiyan hîna dewam dike.