Parlementerê Iraqî: Em dikarin Davûtoglû bigirin

Parlementerê Iraqî: Em dikarin Davûtoglû bigirin

Parlementerek ê lîsta Dewleta Qanûnî ya ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serokatiya wê dike got; “Ji ber Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu bi awayekî ne qanûnî derbasî Kerkûkê bûye, mafê me heye em bigrin.”

Parlementerê Parlementoya Iraqê Ebulhadî el-Hesanî derbarê serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu ya bo Herêma Kurdistanê de, ji Rûdawê re axivî û got; “Davutoglu hemû bingeh û pîvanên dîplomasî yên navneteweyî ku di peywendiyên navneteweyî de tên peywerkirin binpê kiriye.”

Parlementerê Iraqê bal kişand ku Davûtoglû bê haya hikûmeta Iraqê serdana Kerkêkê kiriye û got; “Pêwîste hikûmeta Iraqê balyozê xwe ji Tirkiyeyê vebikîne. Divê bangî balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê bike û 24 saetan dem bide ku ji Iraqê derbikeve.”