Parlamenterên PE: Em li hember qirkirina li ser Kurdan nikarin bêdeng bimînin

Parlamenterên di rûniştina PE ya bi mijara “rewşa başûrrojhilatê Tirkiyeyê” de axivîn, bêdengiya YE ya li hember êrîşên dewleta Tirk bi zimanekî tund rexne kirin.

Di PE de nîqaşek bi mijara, ““rewşa başûrrojhilatê Tirkiyeyê” hat lidarxistin. Di rûniştinê de Komîserê Ji Pêşketinê Berpirs ê Komîsyona Yekîtiya Ewropa jî amade bû, parlamenteran mafên axaftinê girtin, wiha gotin: “Ji ber hevpeymana mijara Penaberan de çavên xwe ji êrîşên Tirkiye yên li ser Kurdan girtin, berevajî nirxên YE ye û nayê qebûlkirin.”

Li Parlamentoya Ewropayê piştî îlanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, têkîldarî êrîşên dewleta Tirk rûniştinek hat lidarxistin. Gelek parlamenterên di rûniştinê de axivîn, bal kişandin ku di bin navê têkoşîna bi DAIŞ’ê re, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi şerê qirkirinê kiriye. Parlamenteran bêdengiya YE ya li hember êrîşên dewleta Tirk jî bi zimanekî tund rexne kirin.

 ‘DI BIN NAVÊ TÊKOŞÎNA BI PKK’Ê RE GELÊ KURD TÊ HEDEFGIRTIN’

Li ser navê Koma Demokratên Xrîstiyan Parlamenter Renata Sommer mafê axaftinê wergirt, wiha got: “Hêzên dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî sivîlan dikin. Jin, zarok, kal jiyana xwe ji dest didin. Çi tiştê di nav tevgerê dibînin guleyan lê direşînin, ne mimkûn e ku tiştek hereket bike. Di bin navê têkoşîna bi PKK’ê re gelê Kurd tê hedefgirtin. Ev herêmê bûye herêma şer. Bêdengiya me ya wisa nayê qebûlkirin.”

‘TIRKIYE, KURDISTAN XISTIYE HERÊMEK ŞER’

Li ser navê Mûhafazekaran Mark Demesmaeker mafê axaftinê girt û diyar kir ku Tirkiye Kurdistan xistiye herêmek ya şer. Demesmaeker da xuyakirin ku Kurdistan vergerandine gola xwînê, şer hemû gundên Kurdan hilweşandiye, semtên wan tar û markirine, bal kişand ser ku cenazeyên wan hê jî li erdê ne. Demesmaeker destnîşan kir ku ev hemû encamên polîtîkayên serweriya Erdogan û partiya wî ne. Erdogan û AKP li hember DAÎŞ’ê têkoşînê nake, li hember Kurdan şer daye destpê kirin.

 ‘EM KURDAN NEKIN QURBANÊ HIŞMENDIYA KOÇBERIYÊ’

Ji koma Lîberaş Marîetje Schaake diyar kir ku di qirîza koçberan ya bi lihevkirina Tirkiyeyê re, bêdengbûna li hember bûyerên li Kurdistanê tên jiyîn şermezar kir. Bal kişand ser Tirkiye weke dewletek ya hiqûqê tê nasîn, di mijara parastina mafê mirovan de divê tiştên pêwîst pêk bîne. Schaake wiha got: “Divê baldar bin, hişyar bin, Tirkiye di bin navê “terorê” de welatiyê sivîl qetil dike, em çavên xwe lê negirin.”

 ‘TERORÎSTÊ 5 SALÎ! HENEKÊ XWE BI KÊ DIKE’

Marîe- Chrîstîne Vergîrant diyar kir ku dewleta Tirkiye herêm vegerandiye herêmek şer. Êrîşan vedigerîne li hember parlementerên HDP’ê, rojnamevanan, sendîkavanan, akademîseyenan. Di bin navê terorîzmê de sivîlan dike hedef. Gelek jin, zarok di encaman êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Terorîstê 5 salî, henekê xwe bi kê dikî? Di vê mijarê de êdî divê YE di aliyekê de temaşe neke.”

 ‘GELÊ KURD JI BER KU DAXWAZA MAFÊ XWE DIKE, RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN’

Barbara Spînellî jî wiha anî ziman: “ Qedexeya kolanan ev bi mehan e berdewam dike. Gihiştina gel a xurek, tendirûstî tên astengkirin. Bi sedan cenazeyên li erdê ne, nadin ku bên definkirin, Tirkiye mekazagon û mafê navneteweyî îxlal dike. Ji ber ku gel daxwaza mafê xwe dike rastî êrîşan tê.”

Javî lopez jî diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salan e ku şer berdewam dike û dem bi dem navber daye şer. Lê, li hember gelê Kurd polîtîkayek giştî ya cezakirinê pêk tê. Lopez wiha got: “Em divê daxwaza agirbestê bikin, hevdîtinên aştiyê yên hatin birîn divê em banga ji nû ve were destpêkirin bikin.”