Parlamentera berê ya HDP'ê Şahîn îfade da
Parlamentera berê ya HDP'ê Edîbe Şahîn li dozgeriyê îfade da.
Parlamentera berê ya HDP'ê Edîbe Şahîn li dozgeriyê îfade da.
Polîs û leşkerên Tirk beriya niha bi du hefteyan avêtibûn ser mala parlamentera berê ya HDP'ê ya Dersîmê Edîbe Şahîn û lêgerîn kiribûn. Îro jî Şahîn li dozgeriyê îfade da. Dozgeriyê, daxuyaniyên çapemeniyê û meşên di dema parlamenterî û şaredariyê de tevlî bû, ji Şahîn pirsî.
Meşa Hawirdorê ya Mûnzûrê, daxuyaniyên li ser bendav û projeyên HES'ê û gelek bernameyên jinan ku Şahîn tevlî bû, weke sûc hatin nîşandan.
Piştî dayîna îfadeyê Edîbe Şahîn ji edliyeyê derket.