Parêzvanên qeyûm gule berdan astengdarekî
Polîsên ku parastina qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Onder Can dikin, gule berdan kesekî ji aqil ve astengdar e.
Polîsên ku parastina qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Onder Can dikin, gule berdan kesekî ji aqil ve astengdar e.
Onder Can piştî ku weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat tayînkirin, avahiya şaredariyê veguherand qereqolê. Vê carê jî parêzvanên qeyûm Onder Can kêm bû rê li ber karesatekê vekin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, kesekî ji mejî ve astengdar, ku berî qeyûm bê tayînkirin timî diçû şaredariyê, îro careke din berê xwe da şaredariyê.
Lê belê dema parêzvanên qeyûm xwestin pêşî lê bigirin, navborî tirsiya û reviya. Polîsan jî ji pişt ve gule berdan wî.
Bi şensê gule lê neket û kesê astengdar li pêş çavên her kesî bi lêdanê hat binçavkirin. Bi wesayîta zirxî birin emniyetê.