Parêzvanên Mafên Mirovan: AKP şerekî ji yê DAIŞ'ê qirêjtir dimeşîne
Desthilatdariya AKP'ê, bi binpêkirina mafê jiyanê re li bajarên Kurdan komkujiyê dike. Parêzvanên mafên mirovan ên li Rihayê nerazîbûn nîşanî vê komkujiyê dan.
Desthilatdariya AKP'ê, bi binpêkirina mafê jiyanê re li bajarên Kurdan komkujiyê dike. Parêzvanên mafên mirovan ên li Rihayê nerazîbûn nîşanî vê komkujiyê dan.
Desthilatdariya AKP'ê, bi binpêkirina mafê jiyanê re li bajarên Kurdan komkujiyê dike. Parêzvanên mafên mirovan ên li Rihayê nerazîbûn nîşanî vê komkujiyê dan.
'ŞERÊ AKP LI KURDISTANÊ DIMEŞÎNE JI TI ALÎ VE EXLAQÎ NÎNE'
Hevserokê Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar da xuyakirin, ku zemînê komkujiya li bajarên Kurdan 'qanûna ewlekariya navxweyî' ya di Nîsana 2015'an de ketiye meriyetê ye. Yazar anî ziman, li dijî çareseriya pirsgirêka kurd di civîna Desteya Ewlekariya Millî (MGK) a sala 2014'an de biryara şer hatiye girtin. Yazar da zanîn, ku weke rêxistinên mafên mirovan ew li dijî vê qanûna ji her alî ve pêşî li binpêkirina mafên mirovan vedike derketine û destnîşan kir, AKP pişta xwe dispêre vê qanûnê û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Yazar got, "Şer bi xwe jî xwedî exlaqekî ye", bal kişand ser cenazeyên li naverastê tên hiştin, mirovên sivîl ên li jêrzemîna avahiyan ji bo mirinê asê tên hiştin û destnîşan kir, ku şerê kirêt ê AKP li Kurdistanê dimeşîne ji ti alî ve exlaqî nîne, bi tenê armancek xwe heye; ew jî qirkirin e.
'AKP BI RENGEKÎ DÛRÎ JI AQIL NÊZÎ PIRSGIRÊKA KURD DIBE'
Yazar diyar kir, AKP bi destê dewletê, şerekî ji yê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê jî wêdetir dimeşîne û got, "Çawa ku qirkirina Dêrsimê ya sala 1937'an weke 'paqijiya mezin' û 'operasyona mezin' ji gel re dihat ragihandin, niha jî di çarçoveya heman polîtîkayan de konseptek tê meşandin. Di navbera komkujî û qirkirinê wê demê kirin û yên niha de ti cudahî nîne. Li şûna ku çareseriyê bînin dibêjin 'şer wê dewam bike'. Desthilatdariya AKP'ê bi rengekî dûrî ji aqil nêzî pirsgirêka Kurd dibe û di şer de israr dike. Di her firsendê de dibêjin ew ne alîgirê aştiyê ne. Dibêjin ew komkujiyê ji gelê Kurd re rewa dibînin. Ji bilî AKP'ê heta niha ti desthilatdariyekê bi vî rengî polîtîkaya antî-Kurd dernexist pêş û nebû desthilatdar. Girîng e her kes vê baş bibîne. Di heman demê de divê desthilatdariya AKP'ê baş zanibe ku ev polîtîka wê tiştekî pê re nede qezenckirin."
'YÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC KIRIN, ÇI ZÛ ÇI JÎ DERENG, DIVÊ LI DCN BÊN DARIZANDIN'
Yazar bang li saziyên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê kir û ji wan xwest, li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tê meşandin bikevin nava tevgerê. Yazar diyar kir, wan serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) dane û got, "Li bajarên Kurdan sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Yên vî sûcî dikin, çi zû çi jî dereng wê li DCN bên darizandin. Weke parêzvanên mafên mirovan em ê têkoşîna xwe ya li hemberî vî sûcî bidomînin. Ji bo rijandina xwînê bisekine û çareserî pêk were, pêwîste desthilatdariya AKP'ê tavilê van polîtîkayên xwe yên şerê kirêt biterikîne, li maseya çareseriyê vegere. Ji bo ji nû ve danîna maseya hat qelibandin, şert e bi Birêz Ocalan re diyalog were danîn. Ya ku aştiyê pêk bîne sererastkirina mercên Birêz Ocalan û azadiya wî ye."
'LI BAJARÊN KURDAN BÛYERÊN DI SALÊN 90'Î DE JI NEQEWIMÎBÛN, DIQEWIMIN'
Sekreterê şaxê Rihayê yê Mazlûm-Derê Fethî Tapaç bûyerên li bajarên Kurdan li dijî Kurdan tên kirin weke 'kêliya gotin lê qetiya ye' pênase kir û anî ziman, ku li dewletên hiqûqê cezakirineke komî nabe. Tapaç diyar kir, di lêkolîna wan a li bajarên hatine dorpêçkirin de ew li rewşeke giran a hilweşandinê rast hatine û got, "Me li Cizîr û Sûrê dîmenê şerekî navxweyî dîtin. Li van bajaran 'cezakirineke komî' hatiye kirin. Bi êrîşa tankan ev bajar hatine hilweşandin. Di salên 90'î de jî bûyerên bi vî rengî neqewimî bûn."
Tapaç nerazîbûn nîşanî gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a ku ji qeymeqaman re gotibû 'derkevin derveyî mewzûatê' da û got, "Cihê vê yekê di nava dewletê hiqûqê de nîne."
'AŞTÎ BI QASÎ KU JI SIYASETMEDARAN RE NEYÊ HIŞTIN, HÊJA YE'
Tapaç da zanîn, aştî gotineke gelekî hêja ye û got, "Aştî bi qasî ku ji siyasetmedaran re neyê hiştin hêja ye. Lewma em li bendê ne saziyên civakî yên sivîl û her kesên baldar, bikevin nava tevgerê. Aştî di hemû baweriyan de pîroz e. Manîfestoya jiyana bi hev re ye. Ji hemû gelan û baweriyan re divê. Li Tirkiyeyê ewçend hêja ye ku nabe ji siyasetmedaran re bê hiştin. Ji bo qutbûna di hestê de veneguhere qutbûna giştî, divê li diyalog û maseya muzakereyê vegerin."