'Parçeyên bedena hevjîna min li malê man, navê vê wehşet e'
Beşek ji parçeyên bedena Hediye Erden a li mala xwe ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hînê ji xaniyê hatiye hilweşandin nehatiye derxistin.
Beşek ji parçeyên bedena Hediye Erden a li mala xwe ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hînê ji xaniyê hatiye hilweşandin nehatiye derxistin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ku 19 roj in li Cizîrê li hemberî gel tên kirin, êdî gihaştiye asta wehşetê. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedan û vîna xwerêveberiyê bişikînin, serî li hovîtiyê didin. Dayika 8 zarokan 50 salî, li mala xizmên xwe ya li Kolana Evîn a taxa Yafesê, ku gelek sivîl tê de bûn, ji ber topbarana hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da. Detayên bûyerê yên derketin holê, asta hovîtiyê raxist pêş çavan.
Hevserê Erden Mehmet Erden diyar kir ku hin ji parçeyên bedena hevjîna wî hînê xaniyê hatiye hilweşandin nehatiye derxistin. Erden ev rewş weke 'wehşetê' pênase kir û li dijî zilma tê kirin îsyan kir. Cenazeyê Erden ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, hema yekser bi awayekî parçebûyî tevî kincên lê li darbestê hat bicihkirin.
Hevjînê Erden Mehmet Erden da xuyakirin ku ya li hevjîna wî û malbata wî hatiye kirin wehşet e. Erden got, "Hevjîna min dayika 8 zarok e. Ew qetil kirin, bi hovîtî qetil kirin. Mala min bi tank û topan hilweşandin. Zarokên min li naverastê man. Bedena hevjîna min parçe parçe kirin. Beşek ji parçeyên bedena hevjîna min li malê ma, me nikarîbû derxînin. Çi bêjim; ya hatiye kirin komkujiyeke mezin e. Hovîtî li me tê kirin."
Parlametnerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz piştî mirina Erden dabû xuyakirin ku ji bo rizgarkirian Erden û xizmên wê yên li malê asê mabûn, ew gelek caran bi rayedaran re axivîne, lê bersiv negirtine.