Panela Roboskî: Der barê 60 kesan de lêpirsîn heye

Panela Roboskî: Der barê 60 kesan de lêpirsîn heye

Dayîka Selam Encuyê di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da Semîre Encu di panela ji aliyê MAZLUMDER’ê ve hatiye lidarxistine de bertek nîşanê daxuyaniya Serfermandarê Giştî Necdet Ozer a weki "Di nava koma qaçaxvanan de terorîst hebûn. Heta Leşkerên me gihiştin wê derê çek ji holê hatin rakirin” da li gel rakirina nasname û tabloya nifusê ya malbatê bilind kir û wiha got: "Baş e nexwe ev nasname û tabloya nifusê kî da me, hemû PKK'yî ne? Wê ji vê re çi bibêjî?"

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê li Salona Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela bi navê "Roboskî" li dar xist. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cigira hevserokên Giştî yên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, malbatên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane Reşat And, Bahar Encu, Semîre Encu û Ferhat Encu jî di nav de bi sedan kes tevli panelê bûn. Di panela ku wekî du rûniştin hat lidarxistin de sînevizyonek derbarê komkujiya Roboskiyê de hat nişandan. Di dema nîşandana sînevizyonê de li salonê demên hîstiyar hate jiyandin. Pişt re rûniştina yekemîn a panelê destpê kir. Reha Rehavîoglu pêşengiya panelê kir û Xizmên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, Ferhat Encu, Bahar Encu, Semîre Encu û Raşît Ant axaftin kirin. Rehavîoglu, diyar kir ku rayedarên dewletê û hikûmetê di serî de komkujiya Roboskî û hemû bûyerên diqewimin re rûbarî nabe û anî ziman ku ev yek jî travmayên li welat dijîn kurtir dike. Pişt re dayika Selam Encu ya di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî Semîre Encu, axivî. Encu, bûyer vegot. Encu, dema qala komkujiyê kir ji ber hîstiyariyê di axaftinê de zahmetî kişand. Encu, bertek nîşanê daxuyaniya Serokê Kurmaya Giştî Necdet Ozer a "Me PKK'yiyan kûşt" da û nasname û tabloya nifusê ya malbatê bilind kir û got: "Baş e nexwe ev nasname û nifus tablosî kî da me, hemû PKK'yî ne? Wê ji vê re çi bibêjî?"

‘HÊVIYA MIN JI XWEDÊ EW JÎ HEMAN ÊŞÊ BIKIŞÎNIN’

Encu, destnîşan kir ku ew li benda kiryar bên darizandin lê kiryarê bûyerê ku agahiya wê ji serî heta binî ji bûyerê hebû fermandarê alayê jî serbest berdan. Encu, wiha got: "Baş e, dê Serokwezîr wisa êşa me parve bike, dê serokwezîr spasdarî ji fermandariyê re bike wisa êşa me parve bike? Xwedê bike kesên emir dane û komkujî pêk anîne êşa me kişandiye ew jî bikşîn in." Bavê Adem Anil, Raşit Anil jî, diyar kir ku ew ji her du çavên xwe emeliyatkirî bû ji ber vê yekê nikaribû bixebitiya. Ant, da zanîn ku dema Adem jê 5 lîre xwest wî nikaribû bidayê, ji ber vê yekê giriyaye. Ant, destnîşan kir ku ji ber vê yekê Adem dev ji dibistanê berda û dest bi vê karî kir. Ant, ev tişt gotin: "Di televizyonan de dibêjin ew kaçaxçî bûn. Başe tiştekê ku bi agahiya dewletê hebe çewa dibe kaçaxçî. Çûn û hatina me ya derveyê sînorê, agahiya herkesî pê hebû, me muz, çay, şekir tanî. Heta cara yekemîn e ez li vir dibêjim me şekir û çay dida leşkeran jî. Dema me şekir û çay dida wan, em ne alîgirên rêxistinê bûn lê dema tu me dikûjî em alîgirên rêxistinê ne.

'EW NE QAÇAXVANIN’

Xwişka Cîhan Encu ya mezin Bahar Encu jî, diyar kir ku ew hem xwişk, hem bav û hem jî dayika Encuyan bû û Encu di bin 20 derece sermayê de mezin kir û paraztiye. Encu, da zanîn ku dewletê di nava xulekekê de bi bombeyan kûştiye. Encu, anî ziman ku wan zarokan kaçaxçitiyê nekirine û wiha pê de çû: "Ew kaçaxçî bin, gelo yên di ser behran de bi milyon dolaran kaçakxçitiyê dikin, kaçaxçitiya mirovan dikin çi ne? Hûn çima wan asteng nakin? Hûn ji wan ditirsin ne? Hûn dibên hemû PKK'yî bûn, em jî dibêjin li wan dîmenên heronê binêrin dê rastî wekê sîleyekê li rûyê we bikeve." Ferhat Encu jî, diyar kir ku di ser komkujiyê de 6 meh derbas bûne lê hê rayedarên dewlet û hikumetê hê jî lêborînek nexwestin e. Encu, destnîşan kir ku hê îfadeya kiryaran jî nehatiye girtin, di serî de 4 xizmên wan hatine girtin û derheqê 60 xizmên wan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

'EM HÊJ DI 28’Ê KANÛNÊ SAET 23.05’AN DE NE’

Panelê piştî navbera 15 deqîqeyan dîsa berdewam kir. Seher Akçinar Bayar pêşkêşiya beşa duymîn kir. Cigirê Serokê Giştî ya MAZLUM DER'ê Selahattîn Çoban, Zanyara Siyasetê Nuray Mert, Serokê Darazê ya Demokrat Orhan Gazî Ertekîn û Lêkolînêr-Nivîskar Sabîha Unlu di rûniştinê de axivîn. Cigirê Serokê Giştî yê MAZLUM DER ê Çoban, derbarê dem û piştî amadekariya rapora ku li cihê bûyerê hatiye kirin, agahî da. Çoban, diyar kir ku hemwelatiyên vê welatî ji hêla rayedarên vê welatî ve hatin qetilkirin. Serokê Darazê ya Demokrat Orhan Gazî Ertekîn jî, diyar kir ku heke hûn bixwazin Roboskiyê fêm bikin, ji kerema xwe re li pirsgirêka kurd binêrin bes e. Ertekîn, destnîşan kir ku kurd ev sed sale li kiryarên xwe digere û wiha got: "Kurd sed sale bi komkujiyan dijî. Roboskî jî komkujiya dawî ye. Vaye em li Roboskiyê binerin em dikarin hemû kiryarên komkujiyên pêk hatine bibîn in. Ev welat 6 meh edi seat 23.05 a 28'ê berfanbar 2011'an de ma ye. Lewre hê jî li welat ne daraz, ne hiqûq, ne jî dewlet karê xwe dike. Lewre, li Tirkiyeyê pergala dadê tune ye."

'EV PÊVAJO YA ŞER E'

Nivîskar û zanyar Nuray Mert jî, derbarê medya û Roboskî de nirxandinan kir. Mert, diyar kir ku medyayê komkujiya Roboskiyê her tim wekê qezayê dida nîşandan û vê yekê bi rayedarên dewletê jî dida gotin. Mert, destnîşan kir ku ev wekê komkujiyê wehîm e. Mert, derbirî ku bi vê yekê medya çewa bûye desthiladar û mejiyê desthiladariyê derdixîne holê. Mert, anî ziman ku divê mirov vê yekê di nava pêvajoya siyasetê de binirxîne û ev tişt gotin: "Vaye ev pêvajo pêvajoya şer e. Li vir kesên bi teyareyên şer hatin bombardiman kirin ne wek çewa ew dibêjin dijmin PKK'ye hemwelatiyê wan bi xwe ye. Wek desthiladarî medya bi riya şer ya mirovan topyekun ji mirovahiyê derdixîn in." Nivîskar û Lêkolînvan Sabîha Unlu jî, kesên îslamî li komkujiya Roboskiyê çewa dinêrin, nirxand. Unlu, diyar kir ku zilim li ser kî/ê, kî dike bila bike divê mirov li hemberê wê têbikoşe. Unlu, da zanîn ku dema mirov bertek nîşan da jî divê mirov net be.

Piştî axaftinan di dawiya panelê de helbesta ji bo Roboskiyê hatiye nivisandin hat xwendin. Di dema helbasta ku li gel nîşandana kesên jiyana xwe ji dest dane û li ser navê wan hatiye nivîsandin de di serî de xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên tevli panelê bûne nikarin rondikên çavên xwe bigirin.