Kordînasyona PAJK'ê li ser Newrozê daxuyaniyek weşand û got, "Li Bakurê Kurdistanê di îlanên xwerêveberiyê de welat tê parastin. Li Rojava û Şengalê jî li dijî terora DAIŞ'ê xweparastin tê kirin û hovîtiya rastiya dijmin tê şikandin. Jinên Kurd bi pêşengiya Ekînan, Pakîzeyan, Sêvêyan, bi şer bîranînên wan didin jiyîn."
Kordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ku roja vîn, têkoşîn û berxwedana gelan Newroz ji her demê bêhtir bi coş û kelecan tê pêşwazîkirin.
Kordînasyona PAJK'ê, piştî 'bi xêr hatina' roja bihara gelan Newrozê kir, wiha dewam kir: "Em cejna Newrozê li Rêber Apo yê em gihandine ruhê Newrozê pîroz dikin. Li pêşberî bîranînên hevrêyên me yên şehîd, ku pêşengên têkoşîna me ya azadiyê ne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, Newrozê li tevahiya şehîdên me yên azadiyê, gelê me yê welatparêz, jinên evîndarên azadiyê, ciwanên serhildanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.
Dîroka Newrozê qedîm e, bi hêza wateyê û nêrîna li jiyanê ya civakîbûna destpêkê re afiriye. Newroz weke hatina biharê, mizgîniya sala nû, mîna xwezayê dema xwe nûkirina mirovan tê zanîn. Newroz di lîteratura gelan de navê guherîn, nûbûn, paqbûn û derbasbûna ji astekê ye. Newroz di heman demê de sembola têkoşîna li dijî zext, înkar, tinekirin û qirkirinê ye. Pîrozbahiya serketina têkoşînê ya ku Kawayên Hesinkar serî li ber Dehaqan netewandine û ew têk birine. Agirê Newrozê îro jî li Kurdistanê pêketî ye. Çawa ku Kurdan berxwedana xwe li dora agirê li çiyê, deşt û bajaran jiyan, îro jî Kurdistan veguheriye qada Newrozê. Bi deh hezaran hemdemên Kawayê Hesinkar, ruhê Newrozê dijîn û didin jiyîn. Di vê govenda azadiyê ya bi serkêşiya hevrê Mazlûm Dogan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvanan de li dijî Dehaqên roja îro têkoşîna azadiyê tê meşandin."
Kordînasyona PAJK'ê da zanîn, ku Dehaqên roja îro hewl didin xwe di şexsê faşîzma AKP-Erdogan de li Kurdistanê bafirînin û destnîşan kir, nîşana dijminatiya li mirovahiyê, çanda destavêtinê, dîktatoriyê, talan û faşîzmê hikûmeta AKP-Erdogan e.
Kordînasyona PAJK'ê got, "Ev zîhniyetê faşîzan, bi polîtîkayên xwe yên şerê kirêt re mîna Dehaqan dixwaze mejiyê ciwanên Kurd bixwe, jinên Kurd qetil bike. Ji bo Kurdê ji bo azadiyê têdikoşe tine bike, serî li rêbazên şer ên herî hov dide. Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gimgim, Gever, Fasrqîn, Lice, Girê Spî, Kobanê, Şengal ku her yek ji wan cih û warên lehengî û berxwedanê ne, li dijî her şêwe êrîşan di xwerêveberiyê de israr kirin û rastiya gelekî ku ji azadiyê venagere nîşan dan."
Kordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku ji payîzê û vir ve li pêş çavên tevahiya cîhanê êrîş û zextên hovane tên kirin û gelê Kurd ê ku zarokên wan tê şewitandin, bedenên wan ên bê ruh tên tazîkirin, tên parçekirin, li dijî vê zilmê got, 'em ê serî netewînin û ti carî ji parastina xwe xwe venegerin'. PAJK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd bi vê helwesta xwe re rastiya dijmin ji binî ve ji holê rakiriye.
Kordînasyona PAJK'ê diyar kir, zîhniyeta faşîzan a li pêşberî vê berxwedana mûezem bêçare maye, serî li hîn bêhtir xerakirin, şewitandin û kuştina mirovan daye û got, "Lê belê têkoŞîna gelê Kurd û gerîlayên azadiyê careke din nîşanî me hemûyan dide, ku hêza zordaran têra vemirandina agirê azadiyê nake. Çawa ku hevrê Mazlûm Dogan di sala 1982'an de li hemebrî faşîzma 12'ê Îlonê serî netewand, got 'Berxwedan Jiyan e', îro jî bi mîlyonan jin, mêr, ciwanên Kurd dibêjin 'Berxwedan Jiyan e' û serî li ber terora AKP-Erdogan natewînin.
Mîna her serdema têkoşînê jinên Kurd di roja îro de jî pêşengiyê ji têkoşîna li her devera Kurdistanê re dikin. Li Bakurê Kurdistanê di îlanên xwerêveberiyê de parastina cih û warên xwe dike. Li Rojava û Şengalê jî li dijî terora DAIŞ'ê xwe diparêze û rastiya dijmin dişkîne. Jinên Kurd bi pêşengiya Ekîn, Pakîze û Sêvêyan, bi şer û têkoşînê re bîranînên wan didin jiyîn. Beşek ji hêzên xweparastinê yên Bakurê Kurdistanê YPS Jin, weke dewama kevnelşopiya berxwedana hezaran salî ya jinên Kurd, di roja îro de li dijî dijmin têdikoşe. Jin, dayik, keçên ciwan ên Kurd, çeka xweparastinê ji şer heta siyasetê, ji aboriyê heta huner, perwerde û tenduristiyê li her qadê bi kar tînin û li gelemperiya Kurdistanê di avakirina neteweya demokratîk bi rola bingehîn radibin.
Em Newroza sala 2016'an di nava pêvajoyeke çend bûyerên mezin lê diqewimin, gavên mezin tên avêtin û her tişt bêhtir zelal dibin de pêşwazî dikin. Di roja îro de bûyerên li ser vê xakê, li Rojhilata Navîn diqewimin, nîşaneya 3. Şerê Cîhanê ye. Bi avakirina neteweya demokratîk re gel dikarin di vî şerî de bi ser bikevin. Lewma Newroza sala 2016'an roja berxwedanê ya şerê azadiyê yê Kawayên modernîteya kapîtalîst yê li hemberî Dehaqên modernîteya kapîtalîst e. Li gelemperiya Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li hemberî her şêwe qedexe, zext, girtin û êrîşan gel li qadan agirê Newrozê pêdixin û govenda azadiyê digerîne. Jin, dayik û keçên ciwan ên Kurd bi rengên kesk, sor û zer re serê govendê dikişînin û tilîliyên azadiyê berz dikin. Ciwanên Kurd jî li hemberî sîstema ku dixwaze serê wan bixwe, wan biqedîne, bi îdîa û biryardariya bûyîna Zinar, weke ciwanên berxwedan û serhildanê têdikoşin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîlayên jin jî ji vê têkoşîn û berxwedana mûezem a gelê Kurd moralek û hêzeke gelekî mezin digirin, hêrsa li dijî dîktatoran vediguherînin şerekî mezin û ber bi siberojan ve diçin. Kordînasyona PAJK'ê got, "Rastiya gel a çil sal in bi gerîlayên azadiyê re di pêşengiya Rêber Apo de li ber xwe dide, Newroz weke roja berxwedanê jiya. Ev kevneşopî îro li Kurdistanê hîn bi xurtî û biryardarî dewam dike. Weke jinan, bi vê kevneşopiya ku em li gund, bajar, û çiyê jê re pêşengiyê dikin, careke din soza afirandina siberojên azad didin. Lewma, di serî de jinên Kurd divê her mirovekî dildarê azadiyê tevlî refên têkoşînê bibin, têkoşînê mezin bikin û ber bi serketinê ve bimeşin.
Faşîzma AKP'ê bi qedexekirina Newrozê re ne tenê cejna rojekê qedexe dike. Hebûna gelekî înkar dike. Xwedîderketina gel li nirxên xwe qedexe dike. Mîna xwenûkirina xwezayê, xwenûkirina gel jî qedexe dike. Ruhê yekîtî û biratiyê yê gelan qedexe dike. Pêşî li şînbûna nirxên azadî û demokrasiyê yê gelan digire. Afirandina serdemeke nû, serdema biratî û demokrasiyê ya gelan qedexe dike. Vîna gel a diherike, tevî hemû qedexe û êrîşên faşîst ên dewleta AKP'ê jî, roj bi roj bilind dibe û bi coş diherike. Kurd bi biryar in, li ser şopa Mazlûm û Zekiyeyan, Rahşan û Semayan, Mehmet Tûnç û Derya Koçan, Sêvê û Pakîzeyan, Newroza 2016'an bikin destpêka nû. Bi biryar in bikin Kurdistana xweser, Tirkiyeya demokratîk û Rêber Apo yê azad. Divê her kes baş pê zanibin, ku ev dema dîrokî ya em tê de ne, ji bilî bi ser xistina jiyana demokratîk û azad, şensekî me nîne. Li ser vê bingehê di serî de gelê Kurd em bang li tevahiya gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, rewşenbîr û akademîsyenên wijdanê hevpar ê gelan e, her kesên dilê wan ji bo demokrasî û azadiyê lê didin dikin, ku tevlî ruhê biratî û yekîtiya gelan Newrozê bibin. Rojên bi Newrozê, rojên bi berdêlên mezin hatine afirandin e. Rojên bi Newrozê rojên Nûroj in, rojên nûbûnê ye. Rojên ji nû va afirandina nirxên gelan ên hatine windakirin e. Roja bidestxistina vîna hatiye windakirin e Em bang li her kesî dikin ku xwedî li van rojan, li van nirxên nû, li berdêlên mezin ên tên dayîn derkevin, biparêzin û bidin jiyîn.
Li ser vê bingehê em careke din roja berxwedana gelên Rojhilata Navîn cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîdên me, gelên me, jin, ciwan û zarokan pîroz dikin."