Li Rihayê ku cenazeyên kesên di jêrzemînên hovîtiyê yên li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn qetilkirin anînê, cenazeyên Star Ozkul û Hasan Ayaz ên ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin ji bo defnkirinê ber bi bajarên wan hatin şandin. Star Ozkul şandin Cizîrê; cenazeyê Hasan Ayaz ê 15 salî jî şandin Şirnexê.
LI DÎLOKÊ 10 CENAZE HATIN TEŞXÎSKIRIN
10 cenazeyên ji 20 cenazeyên anîbûn Dîlokê hatin teşxîskirin, bi merasîmek bi tevlîbûna sedan welatiyan ve ji Morga Goristana Yeşîlkentê hat wergirtin. Cenazeyên bi dirûşmeyên hatin girtin, bi tilîliyan bi rê kirin. Cenaze heta derketina Dîlokê bi karwanekî wesayîtan birin, di derketina bajar de hat sekinandin. Li vir piştî rêzgirtinê, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl xîtabî gel kir, îfade kir ku dewleta Tirk li hember ciwanên Kurd bûye maşîneya mirinê, wiha dom kir: “Wê hesabê vê bê pirsîn, li cem wan namîne. Ew meşaleyên ku rêya me ronî dikin e. Em ê xeyalên xwe pêk bînin.”
Ji yên cenazeyên wan hatine teşxîskirin, cenazeyê Dersîm Aksoy şandin navçeya Mehsertê ya Mêrdînê; Îslam Balikesîr şandin Colemêrgê; Omer Baran, Nûrettîn Bayar, Kasim Yana û Mûstafa Gazyak şandin Cizîrê; Berjîn Demîrkaya şandin navçeya Tekmana Erziromê; Alî Firat Kalkan şandin Wanê; Sakîne Şîray Êlih û Îzzet Gunduz jî şandin Sêrtê.