Ozgokçe: Dozgerê Komarê yê Wanê ti carî neçûye cihê bûyerê

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku Dozgerê Komarê li Wanê neçûye cihê bûyera ku 12 gerîlayên HPG’ê hatine înfazkirin û tevahî kar û xebat ji aliyê polîsan hatiye meşandin.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku Dozgerê Komarê li Wanê neçûye cihê bûyera ku 12 gerîlayên HPG’ê hatine înfazkirin û tevahî kar û xebat ji aliyê polîsan hatiye meşandin, got cenaze bi gûmana bombeyan bêyî cilê wan ji wan bikin şandine Malatyayê. Ozgokçe her wiha got: “Me daxwaz kir ku wêne û dîmen ê dema otopsiyê de hatin kişandin radestî malbatan bikin. Lê, ev daxwazên me hatin redkirin. Ev tevahî û pêkanîna bûyerê datîne holê ku înfaz e.”

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan da xuyakirin ku karên otopsiyên yên 12 gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin li Morga Tipa Edlî ya Meletiyê ji nêz ve şopandiye, got li wir bi Dozgerê Komarê re hevdîtin pêk aniye. Ozgokçe aşkera kir ku têkîldarî îdîayên înfazê û gûmanên xwe hin pirs ji Dozger re kirine, “Li hember min zimanekî tund û talîmatwarî bikar anî. Bersiv neda pirsên min.”

‘WÊNE Û DÎMEN TÊN VEŞARTIN’

Ozgokçe anî ziman ku bi her ferdê malbatê yên hatine teşhîşê re axiviye, wiha parve kir: “10 malbatan gotin gule li serê wan heye. Me daxwaz kir ku nimûneyên parçeyan heta lêpirsîn bi dawî bibe bên veşartin, ji laş xwîn bê girtin, ji cihên ketin û derketina guleyan parçe bên girtin, wêne û dîmenên dema otopsiyê hatine girtin radestî malbatê bên kirin. Lê, vê daxwaza me red kirin.”

 ‘DOZGER TEVLÎ KARÊN LI WANÊ NEBÛYE’

Ozgokçe destnîşan kir ku têkîldarî bûyerê rapora pêşotopsiyê jî nehatiye girtin, wiha dewam kir: “Em bi fikarên wê delîlan reş bikin û ji bo agahiyên rast bi raya giştî re parve bikin li wir bûn. Meqamên fermî ti agahî nedan me. Rapora pêşotopsiyê jî nehatiye amadekirin. Ji ber ku di beşa kanaatê divê têkîldarî sedema mirinê beyanê binivîsin û ji bo vê nedan.” Ozgokçe wiha pê de çû: “Dosyaya esasî li Dozgeriya Komarê ya Wanê ye. Meletî tenê meqamekî otopsiyan dike. Lê, dikarîbûn nimûneyek bidana malbatan. Karên têkîldarî vê Dozgeriya Meletî jî dikare bike. Ev derveyî qanûnan e. Şopandina hiqûqî ya vê dozê pir pir girîng e. Li ser cenazeyan di destpêkê de pisporên îmhakirina bombeyê xebat meşandine. Cenaze bêyî cil ji wan bên kirin şandine Meletiyê. Ez tiştekî wiha cara yekem dibîhizim. Diviya cara yekem dozger biçiya cihê bûyerê, lê li vir wisa nekirine. Polîsan cenaze xistine ambûlansan. Di rewşên wiha de delîl pir girîng in. Divê ji derveyî dozger ti kesên din tinebin. Em li ser vê mijarê dixebitin. Pêkhatina şiklê bûyerê datîne holê ku înfaz e.”