Operasyonên tinekirinê yên AKP’ê li Wanê hatin protestokirin

Li Wanê bi hezaran kesî Komkujiya Pirsûsê, operasyonên tinekirinê û qirkirina siyasî bi meş û daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.

Li Wanê bi hezaran kesî Komkujiya Pirsûsê, operasyonên tinekirinê û qirkirina siyasî bi meş û daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.

Li Wanê bi hezaran welatiyên ji bo Komkujiya Pirsûsê, êrîşên hewayî yên artêşa Tirk û operasyonên qirkirina siyasî protesto bikin li Parka Feqiyê Teyran hatin gel hev. Girse ji wir bi dirûşmên, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP”, “PKK gel e gel li vir e” ber bi avahiya HDP’ê destpê bi meşê kirin. Hevserokên Rêxistina DBP’ê û HDP’ê, parlamenterên Wanê yên HDP’ê Lezgîn Botan, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi hezaran kes di meşê de amade bûn.

Piştî meşa li ber avahiya HDP’ê ya bajêr bi dawî bû Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn axivî.

Şahîn got, “Em ê wek HDP û DBP’ê heta dawiyê bi înad bêjin aştî. Ji vir banga me ev e mirovên we binçav kirine serbest berdin û ji nû ve dest bi muzakereyan bikin. Gelên me aştiyê dixwazin.”

Piştî Şahîn Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî bang li hikûmetê kir ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêborînê bixwaze û ji nû ve dest bi muzakerayan bike.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşma, ‘Bijî Serok Apo’ belav bû. Li Wanê di navbera ciwanên dixwazin Komkujiya Pirsûs şermezar bikin û polîsan de pevçûn didomin.