Operasyona ku piştî çalakiya li hemberî qereqola Şitazina navçeya Gevera Colemêrgê dest pê kiriye dewam dike.
Operasyona ku piştî çalakiya 19'yê Hezîranê ya li hemberî qereqola Şitazinê hatine destpêkirin berdewam dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bejahiay gundên Golord, Serangil, Veregoz, Segiza yên li herêma Dostkiyê bi şev û roj ji aliyê qereqola Sinevayê ve tê bombebarankirin. Ji ber operasyonê gundî nikarin derkevin derveyî gundên xwe.
Ji hêla din ve jî der barê gerîlayê ku tê îdîakirin çend roj beriya niha li herêma Dostkiyê bi birîndarî hat girtin de tu agahî nehatin bidestxistin. Rayedarên nexweşxaneya dewletê ya Geverê jî diyar kir ku heta niha tu gerîlayên birîndar neanîne nexweşxaneyê.