Operasyona li eniya Mexmûrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve destpê kir
Artêşa Iraqê danê sibehê li hember gundê Kevrok a di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de dest bi operasyonê kiribûn.

Li gor agahiyên ji herêmê 50 çeteyên ku di gund de mabûn di dema ku xwestin birevin ji aliyê balafirên Koalîsyonê ve hatin bêbandorkirin û gunda hate paqijkirin. Operasyona paqijkirinê berdewam dike.
Ji ber ku nêzî 125 malbat di nav gund de hebûn, hêzên Koaslîysonê di serî de nav gund bombardûman nekirin. Lê belê dema çete ji gund derketin û xwestin birevin, hatin îmhakirin.
Gundê Kevrok bi ser nahiyeya Giyarê ye ku dikeve 20 km rojavayê qezaya Mexmûrê. Ev gund li ber ava Dîcleyê ye. Di vî gundî de çeteyên DAIŞ’ê bargehên xwe çêkiribûn û ji wir ve êrîşî gundê Mehane yê ku berê hatibû rizgarkirin, dikirin.