Oparasyona Rojavayê Firatê didome

Pêngava HSD’ê ya azadkirina Rojavayê Firatê berdewam dike.

Pêngava HSD’ê ya azadkirina Rojavayê Firatê berdewam dike.

HSD’ê bendava Terşîn xist bin qontrola xwe, bi hêzên koalîsyona navneteweyî re bi awayek bi koordîne didome. Balafirên koalîsyonê çeperên çeteyên DAÎŞ’ê ji hewa ve tinedikin, operasyona hêzên HSD’ê jî li bejahiyê didome.

Herêma Teşrîn a girêdayî navçeya Mûnbiç a Helebê, ji navenda Helebê 115 km û ji sînorê Serxetê (sînorê Tirkiyeyê) jî 80 km dûr e. Her wiha nêzî 70 kîlometreyî jî dikeve başûrrojavayê Kobanê.