Rojnameya New York Tîmes (NYT) diyar kir ku sewqiyata çekan a ji bo muxalîfên Suriyeyê ji aliyê koma sîxur a bi navê CIA ya li Tikriyeyê faliyetan dimeşîne, organîze dike. Hate destnîşankirin ku CIA agahiyên der barê tevgera yekitiyên artêşa Suriyeyê de ji ser peykê ji muxalîfên Suriyeyê re radigîhine û her wiha hat gotin ku CIA ji bo endaman peyda bike xebat dimeşîne.
Rojnameya ku li DYA’yê weşaanê dike, di nûçeyeke li ser agahiyên rayedarê îstîxbaratê û rayedarên payebilind yê DYA’ê, destnîşan kir ku sewqiya çekan ji bo muxalîfên Suriyeyê tê kirin ji aliyê hevkara CIA ya taybet a li Tikriyeyê ye tê organîzekirin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku çekên otomotîk, tankşkên û yên din ku fînansmana wan Tirkiye, Qetar û Siudî Erebîstan dike, li ser şebekeyên veşartî yên ku rêxistina Birayên Musliman jî di navde ne bi hevkariya CIA’yê diçe ji muxalîfan re.
Rayedarekê payebilind yê DYA’yê wiha got: “Sîxurê CIA’yê ev çend hefteye li başûrê Tirkiyeyê di nava xebatan de ne.” Rayedarê ku navê wî nehat aşkerakirin got “di nava peywira sîxurên CIA’yê de ku belavkirina çekan organîze dike ‘Pêşî lê digirin ku çek nekevin destê rêxistina terorê û El Qaîdeyê.”
Rêveberiya DYA’yê ev demeke dirêje îdiayên ku çekdan dide muxalîfê Suriyeyê red dike. Lê ji bilî vê qebûl dikir ku alîkaiya bêtêl, derman, dûrbîn û yelekên guleyan derbas nake, didinê.
Endamên artêşa Suriyeyê ya baskê Azad a Muxalîfan diyar kiribûn ku meha borî bi wesayîtên leşkerên artêşa tirk, çekên antî-tank teslîmê wan kirine. Lê Tikriyeyê ev îdia red kiribûn û îdia kiribû ew tenê alîkariya mirovahiyê didinê.
Rojnameya New York Tîmes got ku hevkariya CIA ya li Tirkiyeyê xebatê dimeşîne hewl dide der barê bingeha muxalefeta Suriyeyê de zêdetir agahiyan bigire û got “li gorî vê biryarê didin ku çekan bidin kîjan koman.”
Nûnerekê îstîxbarata ereb jî got; “rayedarên CIA li vir jî hene. Hewl didin ku em çavkaniyên nû hem jî kesên nû ji bo xwe bibînin.”
Alîkariya CIA ya ji ser Tirkiyeyê alîkariyê dide bi vê jî sînor namîne. Li gorî rojnameyê rayedarên DYA û sîxurên CIA’yê dîmenên peyk û îstîxbarata berfireh dide muxalîfan.