Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî têkildarî qetlîamên li Cizîrê daxuyaniyek da û wiha gotin: “ Jinên berxwedêr wek li Parîsê, li dijî dewleta Tirk bûne tirsa herî mezin a îdeolojîk û tehdîdek. Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr xebatkar û pêşengên avakirina xwerêveberiya ku pêl bi pêl li Bakurê Kurdistanê belav dibe bûn.”
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî da û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hember gelê Kurd hat şermezarkirin. Diyar kir ku di van du mehên dawiyê de pêkanînên dij mirovahiyê li hember gelê Kurd tê meşandin û ji aliyê civakên navneteweyî ve jî rastî ambargoyê tê.
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî da xuyakirin ku ev êrîşên dewleta Tirk, Kurdan li cihên wan kirîmînalîze dike û hedefa wan teror e. Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî dewam kir: “ Dema gelê Kurd nêzî aştiyê dibe û nêzî pêvajoya diyalogê dibin, şerekî bi vî awayî li hemû bajarên Kurdistanê didin destpêkirin, îradeya xwerêveberiya gel dikin hedef. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan car têkoşîn da meşandin, lê ji aliyê van polîtîkayan ve hat îmhakirin. Lê, vê carê şerekî li ti deveran nehatibe kirin, niha li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin. Ev şer li hember îradeya gel hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan mirovên sivîl, jin, ciwan û zarok bi guleyên artêşa dewleta Erdogan, bi çekên kîmyawî û tankan hatin hedefgirtin. Jinên berxwedêr wek li Parîsê, li dijî dewleta Tirk bûne tirsa herî mezin a îdeolojîk û tehdîdek. Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr xebatkar û pêşengên avakirina xwerêveberiya ku pêl bi pêl li Bakurê Kurdistanê belav dibe bûn. Li ser belavbûna terora dewleta Tirk a li ser xaka me, gelê Kurd bi hemû rengê berxwedan û têkoşînê dide meşandin. Berxwedan û têkoşîna ji bo gelê Kurd bûye parçeyekî jiyanê. Li hember qirkirina topyekûn berxwedan bilind dibe.”
Têkildarî pêkanînên qirkirinê yên li Kurdistanê li Ingîltere, Fransa û Swîsreyê li hemû deveran gel rabûne ser lingan. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rexmê hemû hewldanên Saxiyên Kurdan ên li Ewropa, nenaskirina berxwedana li Bakurê Kurdistan û qetlîaman ji aliyê civakên navneteweyî û saziyan ve, bêdengbûna li hember siyaseta îmha û înkarê tê wateya hevkariyê. Hê duh YE têkoşîna Kurdan û berxwedana Kobanê ‘Nas kir’, îro li hember Kurdên heman têkoşînê didin meşandin polîtîkayên kirîmînalîzekirin û terorê dide nîşandan.
Wek Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî em bang li DMME’yê ya biryara terorê wek biryara tedbîrê fêm kiriye dikin, demildest dest ji pozîsyona piştgiriya netew dewletê berde. Ew saziya ku peymanên xwe ava kirin, îmze kirin û pêk nînin, di vê rewşê de nabe mûxatabê Kurdan.
Em weke nûnertî bang li hêzên sîstema alternatîf, tevgerên jinan dikin, vê wehşetê protesto bikin û bi lezgîn heyeteke çavdêriyê ava bikin û bikevin nava tevgeran.