Nûnerê Rêveberiya Xweser Osman: Hikûmeta Tirk naxwaze agirbest çêbibe

Nûnerê Rêvebiriya Xweser Ya Rojava ê li Federasyona Rûsiya Rodî Osman têkîldarî êrîşa li ser Girê Spî daxuyaniyek nivîskî da.

Osman bi bîr xist ku Konseya Ewlekariyê banga rawestandina şer û bêdengkirina çekan kiribû, wiha dom kir:” Ji duh bi şev heta îro (27/2/2016) êrîşeke ji du aliyan bi ser bajarê Girê Spî “Tel Ebyed” û bajarokê Silûk ve ji hêla DAÎŞ hate kirin. Li gor daxuyaniya YPG li dijî  15 nuqteyan êrîş pêk hatiye. Ev êrîş piştî şkandina DAÎŞ li bajare Şedadê, hêrsa hikûmeta Tirk bilind kir û bersiva wan ji biryara meclisa ewlekariye re ev bû. Bi êrîşeke hem ji milê Reqa û hem jî ji milê sînorê Tirkiyê ve, bi ser Girê Sipî û Silûk ve kete rojevê.”

 ‘HIKÛMETA TIRK DIXWAZE ŞER DEWAM BIKE’

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Êrîşên ji aliyê Tirkiyeyê ve ber bi navenda bajarê Girê Spî û gundê dikevin ser sînorê Tirkiyeyê weke “ Nestel, Xuweyra û Qentera” li aliyê rojhilatê Girê Spî ne û ev gund jî ji heremên ku DAÎŞ lê dimîne dûr in. Êrîşa duwem ji Reqa ber bi gundê “Genterî, Şeregrag” li rojhilatê Eyîn Îsa û başûrê Silûk pêk hat. Heta niha hêzên YPG,YPJ û QSD li dij van komên terorîst şer dewam dikin. 

Îro gerek bû ku li seranserî Sûriyeyê agirbest bihata ragihandin û qebûlkirin, lê wer xuyaye ku hikûmeta Tirk naxwaze ev agirbest mayinde bibe û bi destekdayina ji DAÎŞ û Cebhet El Nusra re dixwaze şer dewam bike.” 

‘DIVÊ LI HEMBER DEWLETA TIRK HELWEST HEBIN’

Nûnerê Rêvebiriya Xweser Ya Rojava ê li Federasyona Rûsiya Rodî Osman herî dawî ev bang kir: “Banga me ji meclîsa ewlekariyê re û komîta şopandina agirbestê re di demeke nêz de van zêdegaviyên dewleta Tirk bibînin û xwedan helwest bin. Her wiha êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, nehatine rawestandin, ji milê komên ku xwe bi ser Artêşa Azad ve hesab dikin û bi hevkariya Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam ve didin meşandin. Gerek ev rastî were dîtin, ji aliyê komîta şopandina agirbestê û Konseya Ewlekariyê, êrîşkar û piştevanên wan bên sûcdarkirin.”