Nûçegihana JİNHA Canozer sewqî edliyeyê kirin

Nûçegihana JINHA Bêrîtan Canozer piştî qontrola tendûristIyê sewqî edliyeyê hat kirin.


Nûçegihana JINHS Bêrîtan  Canozer di 16'ê Kanûnê de di dema şopandina çalakiya protesto ya li hember dorpêç û êrîşên li ser navçeya Sûrê de ji aliyê tîmên taybet ve bi hinceta "keseke gumanbar e" hat binçavkirin. Canozer ev  3 roj in li Şaxa TEM a Emniyeta Amedê tê ragirtin. Canozer  piştî îfade da emniyetê jî 24 saetên din li binçavkirinê hat zêdekirin. Tevî tê zanîn ku Bêrîtan Canozer   nûçegihan e jî bi îdîaya 'keseke gumanbar e' hat binçavkirin. Canozer   piştî qontrola tenduristiyê sewqî edliyê hat kirin.