Nobeta Edaletê ya li Amedê 150 roj li pey xwe hişt
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan ku bi armanca serbest berdana wan dabûn destpêkirin di roja xwe ya 150’an de didome.
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan ku bi armanca serbest berdana wan dabûn destpêkirin di roja xwe ya 150’an de didome.
Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 150’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan dîsa li pêşiya Edliyeya Amedê hatin ba hev û daxwaza edaletê kirin. Endam û nûnerên TUHAY-DER, TUHAD-FED, OHD, MED-DER, MEBYA-DER, Komeleya Jinan a Rosayê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan diyar kir ku ew polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan tê meşandin qebûl nakin û wiha got: “Bi qasî ku polîtîkaya zext û bêzarkirinê didome, em jî wê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em ê li her deverê xwedî li mafên girtiyan derkevin. Ji ber zarokên xwe em ê dev ji lêgerîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê bernedin.”
Pişitre ji xizmên girtiyan Nûran Aba axivî û da zanîn ku ev 5 me in nobetê digirin. Aba, destnîşan kir ku dilê dayikan dişewite û wiha domand: “Dema cezayê zarokên me xelas bû, bila bên berdan. Jiyan, mafê her kesekî ye. Divê ev pirsgirêk êdî çareser bibe. Destê xwe deynin ser wijdana xwe.”
Her wiha ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî got ku ev demeke dirêje binpêkirinên li girtîgehê tînin ziman lê hêjta jî ji girtîgehan darbest derdikevin. Merwanî, bi domdarî wiha axivî: “Divê êdî wezareta edaletê û siyasetmedar vê rewşê bibînin. Weke xizmên girtiyan em ditirsin. Hemû kesî xwe li korî, kerrî û laliyê daniye. Ev, rûreşî ye. Hûn nikarin bi vî rûyê reş derkevin nava mirovan.”
Ji çalakvanan Reşahat Ada jî xwest ku girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin dermankirin û da zanîn ku wê heta dawiyê jî têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
Daxuyanî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.