Nobeda li ser sînorê Rojava-Bakur di roja sêyemîn de ye

Çalakiya li ser sînorê Rojava- Bakur di roja sêyemîn de didome. Penaberên Kampa Newrozê jî îro nobed girtin.

Çalakiya li ser sînorê Rojava- Bakur di roja sêyemîn de didome. Penaberên Kampa Newrozê jî îro nobed girtin.

Çalakiya li gundê Êd Dîwarê ya ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.  Bi heman armancê, penaberên Kurd û Ereb ên li Kampa Newroz berê xwe dan gundê Ên Dîwarê yê li ser sînorê Bakur-Rojava da ku nobeda çalakiya li ser sînor ji welatiyên Dêrikê dewr bigirin.

Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên hêzên ku parastina Rojava û Şengalê dikin rakirin, her wiha dirûşmên weke "Bijî berxwedana Bakur" qîriyan.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Damezrîner a Êzidiyên Şengalê Qasim Qolo axivî û Xwerêveberiya Xweser li herêmên Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Qolo got: "Em ji gelê Bakurê Kurdistanê re dibêjin ku em bi wan re ne, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan û xwerêveberiya wan a xweser. Em kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur bi tundî şermezar dikin."

Li wir li ser navê mamosteyên Kampa Newroz, li ser navê penaberên Ereb ên li kampê, li ser navê TEV-ÇAND'ê yê Kampê axaftin hatin kirin. Di van axaftinan de kiryarên hovane yên dewleta Tirk hatin protostokirin, her wiha piştevaniya bi berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê re hate vegotin.

Çalakî hê jî li ser sînor dewam dike.