Nisêbînî li dijî êrîşên gengaz bendên xwe zexm dikin
Li Nisêbînê ku dem bi dem qedexe lê hat ragihandin, tevî ku qedexeya derketina derve lê hatiye rakirin jî gelê navçeyê, li hemberî êrîşên gengaz bendên xwe zexm dikin.
Li Nisêbînê ku dem bi dem qedexe lê hat ragihandin, tevî ku qedexeya derketina derve lê hatiye rakirin jî gelê navçeyê, li hemberî êrîşên gengaz bendên xwe zexm dikin.
Tevî ku qedexeya derketina derve ya li ser Nisêbînê hatiye rakirin jî, taxên lê berxwedan hene, hînê jî dorpêçkirî ne.
Li Amîriya Trafîkê ya Herêmê ya li nuqteya derketina ji Nisêbînê, otogara navbera bajaran, kolana Çaxçax û qada Newrozê, hînê maşînên zirxî sekinîne.
Li navçeya dorpêçkirî, gel tedbîrên xwe digire. Li hemberî êrîşên gengaz gel pêwîstiya xwe ya bi erzaqê tedarik dike û hin ji welatiyan jî bendên xweparastinê zexm dikin.
Jin, zarok, extiyar her kes bi hev re bendan xurt dikin.
Di heman demê de, ji bo vekirina korîdoreke di dema êrîşan de bê bikaranîn, xebat bi pêşengiya jinan tê meşandin.