Nisêbînê silav da Kerboranê
Li Nisêbînê, ku berxwedana gel lê dewam dike, bi sedan kesên bi pêşengiy KJA'yê li hev civiyan, silav dan berxwedana Kerboranê.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ku dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk lê dewam dikin, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) şahiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li taxa Kanînak de tevî rêveberên DBP'ê û Dayikên Aştiyê, bi sedan kes amade bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Nisêbîn ranezê, li rûmeta xwe xwedî derkeve" hatin qîrîn û li dora agir govend hat gerandin. Nisêbîniyan bi gotina sirûdên şoreşê berxwedana Kerboranê silav kirin.
Piştre ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Paşê bi rêya sînevîzyonê berxwedana Nisêbînê û axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 28'ê Gulana 1990'î hat nîşandan.
Li dû nîşandan sînevîzyonê girseya gel ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê yên li Kerboranê jiyana xwe ji dest dan, li taxê meşek pêk anî. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwdana Kerboranê", "Nisêbîn ranezê li Kerboranê xwedî derkeve" hatin qîrîn. Di dawiya çalakiyê de govend hat gerandin û tevahiya şevê li ber agir nobed hat girtin.