Nisêbîn bi dirûşma 'Bijî Berxwedan' deng vedide

Li Nisêbînê, qetilkirina 2 sivîlan bi çalakiya "deng derxistinê" tê protestokirin. Bi saetan e dirûşma "Bijî Berxwedana Nisêbînê" ji navçeyê tê.

Li Nisêbînê, qetilkirina 2 sivîlan bi çalakiya "deng derxistinê" tê protestokirin. Bi saetan e dirûşma "Bijî Berxwedana Nisêbînê" ji navçeyê tê.

Qetilkirina 2 kesan ji aliyê hêzên dewletê ve, li Nisêbînê bi çalakiya "deng derxistinê" bênavber tê şermezarkirin. Bi dijwarbûna êrîşan re, li pace, qûşxane, deriyên şaneşîn û hewşa xwe dixin û bi vî rengî êrîşan şermezar dikin.

Gelê Kurd bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Nisêbînê" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" her li ber xwe dide.