BI DÎMEN

Newroza Hannoverê bi meşa deh hezaran destpê kir

Kurdên li Elmanyayê li bajarê Hannoverê Cejna Newrozê pîroz dikin. Newroza Hannoverê bi meşa deh hezaran destpê kir.

Newroza îsal bi dirûşmeya “Ji Ocalan re Azadî Ji Kurdistanê re aştî” û “Agirê Berxwedana Xweseriyê Geş Bike” li bajarê Hannover ê Elmanyayê tê pîrozkirin, bi meşeke Kurdistanî û dostên wan destpê kir. Meş bi tevlîbûna deh hezaran, li Am Waterloopplatzê destpê kir. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û yên di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, her wiha alên di serî PKK, YPG, KCK’ê yên gelek rêxistin û partiyan hatin rakirin.

Di meşa ku giraniya wê jin û ciwan in de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiya”, “Tolhildan” û “Bimire AKP” hatin berzkirin. Piştî meşê, wê saet 13.00’an bernameya fermî ya Cejna Newrozê destpê bike.