‘Newroz sembola serketina têkoşîna ciwanên Kurd e’

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Kevneşopiya berxwedana mezin a Berîvanan, Binevşan li Cizîrê afirandin, di şexsê Berjînan, Berçeman ji nû ve zindî bûye. Bûne cemreyên yekem ê bihara me ya azadiyê.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan: Kevneşopiya berxwedana mezin a Berîvanan, Binevşan li Cizîrê afirandin, di şexsê Berjînan, Berçeman ji nû ve zindî bûye. Bûne cemreyên yekem ê bihara me ya azadiyê.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyek nivîskî da cejna Newrozê li gel, ciwan û jinên Kurd pîroz kir. Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan diyar kir ku Newroz li dijî Dehaqên zalim wek sembola serketina ciwanên Kurd ên berxwedêr heta roja me wek kevneşopiyekê hatiye, wiha dom kir: “Ev kevneşopî îfadeya berxwedana di pêşengiya ciwan û jinan de ye. Di rêya Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay ê meşaleya berxwedanê ji Kawayan dewir girtî ne de sembolên ciwanan Evrîm Demîr û Mûstafa Malçok bi agirê bedena xwe xistîne ve ev berxwedan geştir kirine. Em careke din şehîdên xwe yên leheng ên agirê Newrozê bi bedena xwe mezin kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.

Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê îro gav bi gav di pêşengiya jinên ciwan de ber bi serketinê diçe. Jinên ciwan ên bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî tevlî pêvajoya şerê gelê Şoreşgerî dibin, bi berxwedana xwe bersiva pêwîst didin nûnerê mejiya zilam û Dehaqên şênber hikûmeta AKP’ê. Li dijî vê berxwedana jinên ciwan ên Kurdistanê, AKP û çeteyên wê yên polîtîkayên pelçiqandin û tepisandinê pêk tînin serî li her rêbazî didin. Jinên ciwan ên li barîqatan li ber xwe didin tên qetilkirin, bedenên wan tên tazîkirin û li erdan tên kaşkirin, di binçavan de tên tecawizkirin, ango her cure pêkanînên qirker ên mejiyê zilam tê bikaranîn. Li dijî van jî jinên ciwan li tax, kolan û barîqatan li dijî tevahî Dehaqan li ber xwe dide, têkoşîna ji Besêyan, Pakîzeyan, Nevalan, Bermalan dewir girtiye mezin dike. Hevalên me yên li qadên xwerêveberiyê li ber xwe didin, li hember  çeteyên AKP-Erdogan li ber xwe didin û li ser vî esasî xwedevandîbûnê bi dest dixin, bi pêxistina yekemîn agirê Newrozê ve bûne mizgîniyên serketinê.”

‘NEWROZ NAVÊ BÊZARNEBÛNA CIWAN Û JINÊN KURD ÊN BERXWEDÊR, LEHENG Û EGÎD IN’

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bal kişand ku niha jî qesr û çeteyên wê yên fêm kirin ku nikarin li Cizîr, Sûrê jinekê, ciwanekî, dayikekê, zarokekî teslîm werbigire, berê xwe daye Gever, Nisêbînê, wiha dewam kir: “Rejîma AKP’a faşîst a ji berxwedana me derbe xwar, niha jî bi qedexekirina cejna Newrozê hewl dide gel bitirsîne û bitepisîne. Beriya wê hewl dide xofekê bixe dilê gel û herikîna gel a qadên Newrozê asteng bike. Lê, Newroz navê bêzarnebûna ciwan û jinên Kurd ên berxwedêr, leheng û egîd in. Newroz navê berxwedanê ye. Newroz li dijî zilm û zextê serî hildan e. Newroz li dijî zaliman bihara azadiya gelan e. Newroz mizgîniya îdeala jiyana azad a jina ciwan e. Çawa Dehaq li hember Kawayan têk çûn, di vê Newrozê de jî wê AKP û hêzên din ên faşîst li hember têkoşîna azadiyê ya di pêşengtiya jinên ciwan de têk biçin.

Kevneşopiya berxwedana mezin a Berîvanan, Binevşan li Cizîrê afirandin, di şexsê Berjînan, Berçeman ji nû ve zindî bûye. Bûne cemreyên yekem ê bihara me ya azadiyê. Niha bihar li ser înada tevahî Dehaqên dîrokî hatiye. Pêwîst e em Newrozê bi mîsyona wê ya dîrokî pîroz bikin û em wek jinên ciwan divê tevahî qadan veguherînin qadên têkoşînê. Tevahî jinên ciwan ên şoreşger welatparêz divê ji bo tolhildana bi hezaran salan ji çeteyên AKP-Erdogan ê Dehaqên roja me ne bigirin, biherikin qadan, li barîkat, kolanan agirê Newrozê geş bikin. Divê teqez ti qedexe neyên guhdarkirin, her der bi agirê Newrozê bê ronîkirin. Jinên ciwan bi taybet metropol, divê her derê veguherînin qadên berxwedanê. Divê tevahî saziyên mêtinger bên boykotkiriin, mal, dibistan, kargeh bên valakirin, jinên ciwan bi tevahî enerjî, dînamîzm û berxwedêriya xwe biherike qadên Newrozê. Li dijî qedexeyên AKP’ê divê her kolan, cade, tax, gund, bajarok, navçe veguhere qada Newrozê. Ji bo gelê me vê cejna bi layiqî pîroz bike, divê jinên ciwan li qadên Newrozê wezîfeya xweparastinê bi cih bîne, çeteyên AKP’a faşîst ji qadên berxwedanê dûr bixin. Li dijî zaliman berxwedan bilind bibe, di mejiyê zîhniyeta qedexeker de divê her jina ciwan bibe îrade û mejiyê zilam ji holê rake. Roj roja serketinê ye. Ev serketin, bi gûrkirina berxwedana Newrozê, wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinên ciwan ên deng didin Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Hezex û Rezanê pêk were.”