Nerîman Denîz ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Parêzvana mafên mirovan Nerîman Denîz ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê dostên wê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Parêzvana mafên mirovan û ji şoreşgerên nifşa 78’an Nerîman Denîz ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Denîz ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Mizgefta Mehmet Ulker a Bahçelîevler, jinan cenaze hilgirtin ser milên xwe û birin wesayîta cenazeyê. Denîz ji vir bi çepikan ji aliyê hevalên wê yên têkoşînê hat oxirkirin.
Piştî defnkirinê axaftin hatin kirin.
Ji rêveberên TÎHV Umît Efe wiha got: “Em bi hev re ji êşkenceyan, girtîgehan derbas bûn, li dijî faşîzmê em têkoşiyan.”
Îlke Denîz got dayika wê jiyana xwe fedayî têkoşînê kiribû, wiha domand: “Ji bo rêxistinkirina karkeran ji ji karê xwe dibû. Hişê wê hat girtin, dema destpêkê çavên xwe vekirin, di serî wiha pirsî: ‘Aştî hat?’”
Mîne Nazarî ji bo Denîz helbesta, “Li Stenbolê berf dibare” xwend.
Hevalên wê gora Denîz bi kulîlkan neqişand.