'Ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawî: Roboskî'

Gerîlayên YJA Starê, di salvegera komkujiya Roboskî de axivîn û gotin, "Roboskî ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawî ye. Her roj komkujiyên nû tên serê gelê Kurd."

Gerîlayên YJA Starê, di salvegera komkujiya Roboskî de axivîn û gotin, "Roboskî ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawî ye. Her roj komkujiyên nû tên serê gelê Kurd."

Ji gerîlayên YJA Starê Viyan Penaber: Di demên cuda yên dîrokê de gelek komkujî bi serê gelê Kurd de hatin. Komkujiyên hatin kirin li bajarên cuda der bûn jî, armanca bingehîn tinekirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi planên xwe yên gemarî yên asîmîlasyon, qirkirin û komkujiyê bi salane nêzî gelê Kurd dibe. Wextekê, ziman û çanda me tine kirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn û rabûn her şêwe komkujiyên fîzîkî kir. Dewleta ku bi ti awayî hebûna Kurdan qebûl nake, tehemûl nake, her şêwe polîtîkayên gemarî yên zext û şîdetê li hemberî gel meşand.

Ez bi xwe jî ji Roboskî me. Ji ber zilm û zextên dewleta Tirk ên salên 90'î, em ji neçarî koçberî Wargeha Mexmûrê bûn. Min Roboskî qet nedît. Û bi hezaran ewladên Kurd mîna min êşa dûrmayîna ji cih û warê xwe jiyan. Lê belê gelê Kurd niha li şûna koçkirinê li welatê xwe dimîne û têdikoşe. Dewlet bi tinekirina dewlemendiya li Kurdistanê re hewl dide gel koçber bike. Ji ber ku derfetên kar nîne, her roj zarok û ciwan li Roboskî bi gelek zor û zehmetiyan bazirganiya sînor dikin. Dewlet vê yekê ferz dike û ji aliyê aboriyê ve gel talan dike. Vê yekê jî têra dewletê nekir, rabû ciwan qetil kir. Bi vê yekê re xwest, Kurdên li vê derê dijîn koç bikin. Armanc ev bû.

'ÊŞÊN MEZIN VEDIGUHERIN HÊZA MEZIN'

Gelê me wê êşa kişandiye veguherîne hêzeke mezin. Weke zarokên vî gelî, ji bo dawîhatina li vê êşê û afirandina jiyaneke nû, em ê têbikoşin. Ji bo jiyaneke bê dewlet, bê talankarî û bê komkujiyê, yanî ji bo jiyaneke demokratîk divê em têbikoşin û vê baweriya xwe biparêzin. Her roj komkujiyek tê kirin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê her roj dawî li jiyana hin mirovan tê anîn. Li Kurdistanê her roj Roboskî diqewime. Em vê dibînin. Em jî soz didin ku ji bo bîranîna yên li Roboskî jiyana xwe ji dest dane, têkoşînê xurttir bikin.

'DÎROKÊ XWE LI ROBOSKÎ DUBARE KIR'

Gerîlaya YJA Starê Hêvîdar Devrîm: Komkujiya Roboskî mîna gelek komkujiyên di herikîna dîrokê de qewimîn, bûyereke gelekî giran û bi êş bû. Mirov dikarin vê bêjin: Dîrokê li Roboskî xwe dubare kir.

Dewleta Tirk xwedî zîhniyeteke faşîst e. Heta ku vê zîhniyetê neterikîne, wê her roj li Kurdistanê dawî li jiyana hin mirovan bîne. Heta ku Tirkiye xwedî nêzîkatiy 'yek dewlet, yek milet' be, wê komkujî neqedin. Heta ev zîhniyet hebe wê jin, zarok, ciwan û di şexsê wan de civak bê qirkirin. Di her serdemê de gelê Kurd hinekî din xurt dibe, zane dibe. Gelê Kurd bi wergirtina hêza ji êşên xwe, zane dibe. Fêm kiriye ku ji bilî mirinê êdî dewlet tiştekî nade, lewma xweseriya xwe îlan kir.

Gelê Kurd lêgerîneke nû ya civakê, lêgerîneke nû ya jiyanê afirand. Û niha ji bo pratîkkirina wê şer dike. Jİ ber ku li Cizîr, Amed û Mêrdînê xweserî îlan kiriye, gel rastî êrîşan tê. Li hemberî vê yekê ji ya xwe venagere. Bi bîr û baweriya bi xwîna şehîdan afirî, ti carî têk neçû. Bi vê bîr û baweriyê wê têkoşîna xwe bidomîne.

...