NCKD’ê li Bonnê 5.Kongreya xwe li dar xist

Li Bonnê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) 5.Kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin, ji bo ‘ kampanyaya malbatên xwişk û bira’ piştgirî hat xwestin.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) 5.Kongreya xwe li dar xist.

Di kongreyê de Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem axivî û bal kişand li ser şerê Kurdistanê. Her wiha Kem diyar kir ku dema mijar dibe Kurd hemû desthilatdar dibin yek û Serokkomarê Tirk Erdogan jî dijminê Kurdan e. 

‘PEWÎST E EM ZÊDETIR HEWL BIDIN’

Kem ê ku bal kişand li ser girîngiya Meclîsên Civaka Demokratîk û Xwerêveberiye Demokratîk, wiha got; “Mehmet Tunç jî rêveberekî van meclîsan bû, bi berxwedanê ve serî netewand. Em jî bi meclîsê xwe ava bikin û bi xebatên xwe têkoşîna xwe hê bi hêztir bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Kem banga piştgiriyê ji bo ‘ kampanyaya malbatên xwişk û bira’ kir. 

Di Kongreyê de ji bo hevserokatiyê jî Ayda Ekmezkiliç û M.Emîn Şenocak hatin hilbijartin.

...