Navenda Çapemeniya YPG: 63 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî û Eyn Îsa, herî kêm 63 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî û Eyn Îsa, herî kêm 63 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 30’ê Kanûnê saet 04.00’an çeteyên DAIŞ’ê li dijî Girê Spî, Eyn Îsa û gundê Şergiran ê li rojhilatê Eyn Îsa êrîşên hemwext pêk hatin. Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku li dijî êrîşên bi çekên giran û wesayîtên zirxî ji aliyê gelek çeteyan pêk hatin, hêzên YPG’ê bersiveke tund daye, wiha dewam dike: “Komek çete ya biçûk a bi dizî ketiye Girê Spî êrîşî avahiya Asayîşê kir, bi dirêjkirina pevçûnê ve hêzên me yên çûn cihê bûyerê mudaxeleyî çeteyan kirin. Di encama van pevçûnan de 3 çete bi çekên xwe ve hatin desteserkirin.

Çeteyan di heman saetan de ji du baskan ve êrîşî ambarên genim ên Şergirat ên li rojhilatê Eyn Îsa kirin. Hêzên me di demek kurt de çete belav kirin û operasyonek dijî wê dan destpêkirin. Di pevçûnên li vê qadê de 3 terorîst mirî hatin desteserkirin.

Bajarokê Eyn Îsa yê hedefa esasî yê çeteyan bû, di heman saetan de ji du baskan ve rastî êrîşan hat. Di êrîşê de wesayîtên zirxî û çekên giran her wiha wesayîtên bombebarkirî jî hatin bikaranîn. Hêzên me wesayîteke bombebarkirî din av çeteyan de teqandin û îmha kirin. Her wiha 2 wesayîtên cebilxane barkirî jî ji aliyê hêzên me hatin îmhakirin.

Li her sê qadan jî hêzên me nehiştine çete çavên xwe vekin, bi berxwedanê ve derbeyên mezin li çeteyan xistine.

Di pevçûnan de bi zelalî 63 çete hatin kuştin. Ji van cenazeyên 26 çeteyan jî di bin kontrola hêzên me de ne. Her wiha hêzên me li vê qadê, 21 klaşnîkof, 6.000 guleyên klaşnîkof, 3 BKC, 3.000 guleyên BKC, 1 B-7 roketavêj, 3 guleyên roketavêja B-7, 40 bombeyên destan, fuzeyek, 3 guleyên hewanê yên 120, 4 bêtêlên dest ên dîjîtal, 1 bêtêl, 15 çente, 40 funyeyên bi elektrîk û 3 dewreyên mayinê hatin desteserkirin.”

YPG’ê ragihand ku 9 şervanên YPG’ê li qada ambarên genim ên Şergiran, 9 şervan li bajarokê Eyn Îsa, şervanek jî li Girê Spî yên di belavkirina êrîşên çeteyan de rol lîstîn û bi lehengî şer kirin, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 31’ê Kanûnê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam bi topên hawanê êrîşî Semta Şêx Meqsûd a Helebê kirin, wiha dom kir: “Hêzên me li dijî nuqteya ku çeteyan êrîş kirinê operasyonek li dar xistin. Di vê operasyonê de çeteyek hat kuştin.

31’ê Kanûnê danê êvarî artêşa Tirk li dijî welatiyên sivîl ên li nêzî gundê Dinayikê yê li rojavayê Girê Spî êrîş pêk aniye. Di encama vê êrîşa artêşa Tirk de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye, welatiyek jî birîndar bûye.

31’ê Kanûnê danê êvarî hêzên me li bejahiya bajarokê Silûkê operasyonek li dar xistine. Di operasyonê de 3 çete hatin tespîtkirin û pevçûnê destpêkir. Di pevçûnê de her sê çeteyên kuştî jî tevî çekên wan hatin desteserkirin.”