NAV-DEM: Em ji bo Sûrê dakevin kolanan

Li dijî dorpêça dewleta Tirk a li ser Sûrê çalakiya Amediyan dewam dike, NAV-DEM’ê jî banga çalakiyê li Kurdistaniyên li Elmanya kir.

Li dijî dorpêça dewleta Tirk a li ser Sûrê çalakiya Amediyan dewam dike, NAV-DEM’ê jî banga çalakiyê li Kurdistaniyên li Elmanya kir. 

NAV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku tevî dorpêç û qetlîamên dewleta Tirk a 90 rojan li Sûrê jî, gelê Sûrê bi berxwedana xwe serî li ber faşîzmê netewand. NAV-DEM’ê destnîşan kir ku wek li Cizîrê, dewleta Tirk niha jî dixwaze li Sûrê zarok, kal, mirovên sivîl qetil bike, wiha got: “Ji bo pêşîgirtina vê polîtîkaya qetlîamê ya dewletê û xwedîderketina gelê Sûrê, bi banga KCD, HDP, DBP û KJA’yê ve îro gelê Amedê ji bor ê nede qetlîaman, ji her derê herikî Sûrê.

Gelê Amedê bi serhildanên xwe ve tevahî barîqat derbas kirin û dest bi ketina Sûrê kirin. Pêkhateyên çeteyên dewletê li her kolan û semtan gazan davêje gelê me û bi TOMA’yan êrîş dike. Li hember hemû êrîşên dewletê, gelê Amedê bi serhildanê tevahî barîqatên dewletê bi erdê re dike yek, li hember zext û qetlîamên wê dibêje ‘Êdî Bes e’.

Em wek NAV-DEM’ê, di serî de bang li tevahî navendên me yên civakê, rêveberên me, tevahî mirov û dostên me yên bi rûmet dikin ku demildest dakevin kolanan. Divê her kes li her cihê ku lê ye xwedî li serhildana Amedê derkeve, em dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê bi berxwedanên xwe hilweşînin. Pêwîst e her kes li her derê ku lê ye dakeve kolanan û xwedî li serhildana gelê me yê Amedê derkeve.”