Nasnameyên kesên li Îstîklalê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Nasnameyên kesên ku li Cadeya Îstîklalê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.

Nasnameyên kesên ku li Cadeya Îstîklalê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.

Ji kesên ku li ser Cadeya Îstîklalê a Taksîmê jiyana xwe ji dest dane 3 welatiyên Îsralê û yek jî welatiyê Îranê ye. 

Di êrişa bombeyî de welatiyên Îsraîlê Sîmha Sîmon Demrî, Yonathan Suher û Avraham Godman û welatîyê Îranî Alî Riza Khalman jiyana xwe ji dest dan. 

Di  teqîna li Cadeya Îstîklalê de tevî çalakvan 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku birîndar bûnê jî tevî 12 beyaniyan 36 in.

Hê jî di nexweşxaneyan de 7 kesên ku bi giranî birîndar hene.