Nasnameyên du şervanên li Şedadê jiyana xwe ji dest dan

YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe yên di êrîşa çeteyan a 4'ê Tîrmehê ya li gundekî Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe yên di êrîşa çeteyan a 4'ê Tîrmehê ya li gundekî Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "

Li gundewarên başûrê bajarokê Şedadê ku di Sibata 2016'an ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê ji wê demê ve çeperên hêzên QSD, ku em jî weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cihê xwe di nav de digirin, bi giranî kiriye armanca êrîşên xwe yên cûr be cûr. Li gel hemû hewldanên dijmin ku di nav de bikaranîna sîlahên qedexekirî jî hebûye, hêzên QSD ji her demê bêhtir karîne bêjahiya bajarokê biparêzin da ku welatiyên herêmê bikarin vegerin cih û warên xwe yên jiyanê.

Di çarçoveya vê parastinê de, di 4ê Tîrmehê de yekîneyeke YPG'ê ya li gundê Malha yê Şedadê bi erka ewlekariyê radibû, bû hedefa êrîşa çeteyên DAIŞ'ê. Di encama şerê li vê derê de 2 hevalên me bi giranî birîndar bûn. Mixabin tevî hemû hewldanên doktoran jî nehatin rizgarkirin û gihîştin şehadetê.

Li ser navê YPG, di serî de malbata her du lehengan, em ji tevahî gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Bi şehadeta hevrê Hogir û Şahîn, soza bihêzkirina xeta azadîxwaziyê dubare dikin û têdikoşin ku ji berê xurtir di parastina Rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê de rola xwe bilind bikin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Hogir Hîmo
Nav paşnav: Hisên El Ebulî
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo / 1992
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Himêdî
Cih û dema şehadetê: Şedadê, Gundê Malha / 04-07-2016

Nasnav: Şahîn Rojava
Nav paşnav: Ednan Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Heleb / 1978
Navê Dayikê: Selmî
Navê Bav: Ednan
Cih û dema şehadetê: Şedadê, Gundê Malha / 04-07-2016"