Nasnameyên 5 gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê da xuyakirin, ku tevî Fermandarê Eyaletê Îsa Madûr 5 gerîlayan li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dane.
HPG'ê da xuyakirin, ku tevî Fermandarê Eyaletê Îsa Madûr 5 gerîlayan li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya hPG'ê nasnameyên gerîlayên li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk di navbera 3-4'ê Mijdarê de li bejahiya Pîlemûrî ya Dersîmê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û ji hewayê jî bi teknîkeke giran bomberdûman hatiye kirin.
Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
Hevrê Îsa tevî 4 hevalên xwe tevlî xeleka dîrokî ya destanî ya Tevgera Azadiyê bûn, ku partiyeke şehîdan e.
Li dijî desthilatdariya Qesr/AKP'ê ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi her şêwe êrîşên faşîzan dixwaze li dijî gelê me û tevgera me encamekê bi dest bixe, bi berxwedaneke mezin a hêzên me bersiv tê dayîn. Êrîş û operasyon çiqasî giran dibin bila bibin, hêzên me yên gerîla li gelek eniyan ev pêla êrîşan şikandine û pûç kirine.
Hêzên me yên gerîla ku di nava vê pêvajoya giran a şer û têkoşînê de bi fedakariyeke mezin radibin, şerê xwe yê berxwedanê li dijî her şêwe êrîşên dijmin didomînin. Hevalên me Îsa, Rênas, Serbest, Firat û Şervan jî di dema vî şerê berxwedanê de tevlî karwanên şehîdan bûn.
Hevrê Îsa ku ji Îdirê tevlî nava refên têkoşînê bû û zêdeyî 20 salan bi rengekî çalak cih di nav de girt, ji ARGK'ê heta HPG'ê daneheviyeke girîng a dîroka me ya şer bû. Hevrê Îsa bi taybetmendiyên xwe yên durust û fedakar li her qada têkoşînê nûbûn dafiran û meşa xwe bi milîtanî meşand. Li gelek qadan bi berpirsyarî rabû, di şer de bû xwedî pratîkeke mînakdar. Bû sembola dilsoziya kûr a nirxên ji aliyê pêşengên gelê Kurdistanê ve hatine afirandin. Hevalê me Îsa ku weke Fermandarê Eyaletê bi erka xwe radibû, li Pîlemûriyê li dijî dijmin tevî 4 hevalên xwe şer kir û şehîd bû.
Em hevalên xwe Îsa, Rênas, Serbest, Firat û Şervan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê bi birdarî û bi israr şopdarên şerê wan ê mezin bin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Îsa Madûr
Nav paşnav: Îsa Aras
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Fadîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Mijdara 2016 / Dersîm
***
Nasnav: Firat Sîpan
Nav paşnav: Mucahît Tekîn
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kiymet-Tekîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Mijdara 2016 / Dersîm
***
Nasnav: Rênas Çartax
Nav paşnav: Ahmet Îgne
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Kûdî-Xalit
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Mijdara 2016 / Dersîm
***
Nasnav: Serbest Çibran
Nav paşnav: Mehmet Serhat Senkûr
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Refîka-Sonkûr
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Mijdara 2016 / Dersîm
***
Nasnav: Şervan Azad
Nav paşnav: Ahmet Karaz
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Cahîde-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Mijdara 2016 / Dersîm"