Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê hat diyarkirin

YPG’ê ragihand ku di operasyonên rizgarkirina başûrê Kobanê de yek, li Cizîrê jî 2 şervanên wan şehîd ketine.

YPG’ê ragihand ku di operasyonên rizgarkirina başûrê Kobanê de yek, li Cizîrê jî 2 şervanên wan şehîd ketine. 
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku 1 ji wan di operesyona rizgarkirina gundewarên başûrê Kantona Kobanê de û 2 jî li eniyên şer ên bajarê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Dûyemîn pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi armanca rizgarkirina deverên başûrê Kantona Kobanê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên civaka Sûriyeya azad li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe. 

Di operasyonên 23’ê Kanunê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wêrekiyeke mezin tevlî çalakiyên operesyonê bûn, li vir, hevalekî me ku bi lehengî li hember çeteyan şer kir, piştî têkoşînek wêrek gihişt asta şehadetê.

Di 25’ê Kanûnê de li enîyên şer ên giredayî bajarê Hesekê, Kantona Cizîrê, yekîneyek me rastî êrîşek bilez a ji aliyê komên terorîst hatin, li vir 2 rehevalên me piştî şerekî dijwar bi egîdî di çeperên berxwedanê de şehîd ketin.

Wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em soza şopdariya rêya şehîdan carek din nû dikin, û sersaxiyê ji gele Kurd ê serbilind bi taybet malbatên şehîdan re dixwazin. Bîranîna şehîdan ronahiya rêya me ye.”

Agahiyên nasnameya şehîdan wiha ne:

 Nav û Paşnav: IBRAHÎM MIHEMED
Nasnav: LEWEND KANÎ
Navê Dayikê: ZEKIYE
Navê Bav: SILÊMAN
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: QAMIŞLO, 1985
Dîroka Tevlîbûne: 2012
Cih û Dîroka Şehadetê: BAŞÛRÊ SIRÎN, KOBANÊ, 23’Ê KANÛNÊ 2015

Nav û Paşnav: EGÎD MUSA YUSIF
Nasnav: BAZ
Navê Dayikê: MENAM
Navê Bav: MUSA
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: HESEKÊ, 1993
Dîroka Tevlîbûne: 2015
Cih û Dîroka Şehdetê: HESEKÊ, GUNDE IMERO, 25’Ê KANÛNÊ 2015

Nav û Paşnav: LALEŞ SALIH HESEN
Nasnav: BRUSK CÛDÎ
Navê Dayikê: SEMÎRA
Navê Bav: SALIH
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: HESEKÊ, 1994
Dîroka Tevlîbûne: 2012
Cih û Dîroka Şehdetê: HESEKÊ, GUNDE IMERO, 25’Ê KANÛNÊ 2015

...