Nasnameya ciwanê li Amedê ji aliyê polîsan hatibû birîndarkirin hat tespîtkirin

Hate diyarkirin ku di encama êrîşa polîsan a li hember girseya hewl da ber bi Sûrê ya Amedê bimeşe de ciwanê ji serê xwe birîndarbûyî Harûn Şanli ye.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşa polîsan a li hember girseya hewl da ber bi Sûrê ya Amedê bimeşe de ciwanê ji serê xwe birîndarbûyî Harûn Şanli ye.

Îro ji bo protestokirina dorpêça dewleta Tirk a li ser Sûrê û êrîşan, girseya hewl da meşê li dar bixe li pêşiya avahiya KCD’ê rastî êrîşa polîsan hat. Di vir de ciwanek ji serê xwe birîndar bibû. Hate dijarkirin ku navê ciwan Harûn Şanli ye. Şanli niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê têkoşîna jiyanê dide.