Nasnameya 4 gerîlayên li Oremarê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 4 gerîlayên li Oremarê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ji 14 gerîlayên di çalakiya gerîlayan a di 19’ê hezîranê de li herêma Oremarê ya Colemêrgê hat lidarxistin û di encamê de 109 leşker hatin kuştin, de aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasmeya 4 gerîlayên din ên ji 14 gerîlayên di çalakiya li Oremarê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Di daxuyaniyêd e hat gotin; “Me beriya niha ragihadibû ku di çalakiya gerîlayên me ya 19’ê hezîranê li herêma Oremarê ya di navbera Gever û Şemizînanê de ku 109 leşkerên dijmin têde hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn, 3 helîkopterên skorsky hatin xistin, 3 jî kobra 4 helîkopter derbe xwarin, de 14 gerîlayên me bi qehremantî şer kirin û gihiştine şehadetê. Me nasnameya deh qehremanên xwe yên nemir bi raya giştî û gelê me re parve kiribû û em niha nasnameya her çar hevalên me yên din bi gelê xwe re parve dikin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ji bo 14 gerîlayan got; “Di vê tevgera girîng a şoreşgerî de, 14 ewladên leheng ên Kurd bi qehremanî rol û peywira xwe pêk anîn, berxwedaneke mezin nîşan dan û bi lehengî gihiştine şehadetê” û wiha domand; “

Em carek din li beramberê hemû gelê xwe yê Kurdistanê soz didin ku; Em ê bîranîna van lehengên me bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê re bidin jiyandin. Giyanê wan ê mezin ê fedayî mizgîniya serkeftina têkoşînê ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dê bi ruhê wan ê fedayî bigihe serkeftinê.”

Nasnameya 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

-Seyît Remezan Mehmûd, bi nasnavê Hozan Aras, li Urmiyeyê ji dayîk bûye

-Ubeydullah Arik, bi nasnavê Adil Çavşîn, li Wanê ji dayîk bûye

-Ramazan Aytar, bi nasvanê Adil Azad, li Mêrdînê ji dayîk bûye

-Ferşîd Fethî, bi nasnavê Rênas Merîwan, li Merîwanê ji dayîk bûye