Navenda Çapemenî-Ragihandinê nasnameya du gerîlayên di 16-24’ê berfanbara 2011 de li çiyayê Gorsê yê Amedê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di navbera 16-24'ê Kanûna 2011'an de li Amedê li dijî Çiyayên Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxstin. Ev agahî beriya niha ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.”
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn; “Di navbera 16-24'ê Kanûna 2011'an de li Amedê li dijî Çiyayên Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxstin. Ev agahî beriya niha ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Di vê pêvajoya operasyonê de du rêhevalên me yê ji yekîneyên xwe qut bibûn û lêkolînên me yê di derbarê wan de berdewam dikir, eşkere bû ku di roja destpêkê ya operasyonê de gihîştine şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane: Abdurrahim Delîbaş, bi nasnavê Harûn, Cihê jidayikbûnê: Siwerek, Riha, Sala Tevlêbûnê: 2000. Ûgûr Polat, bi nasnavê Rustem, Cihê jidayikbûnê: Amed-Çinar, Sala Tevlêbûnê: 2009