Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên di çalakiya di 19’ê hezîranê de li Oremarê hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên ku di çalakiya 19’ê hezîranê demjimêr di 04.00 de li hemberî qereqolên artêşa Tirk ên Şitazin, Oremar û Robarokê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê got; “Di vê tevgera girîng a şoreşgerî de, 14 ewladên leheng ên Kurd bi qehremanî rol û peywira xwe pêk anîn, berxwedaneke mezin nîşan dan û bi lehengî gihiştine şehadetê. Em carek din li beramberê hemû gelê xwe yê Kurdistanê soz didin ku; Em ê bîranîna van lehengên me bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê re bidin jiyandin. Giyanê wan ê mezin ê fedayî mizgîniya serkeftina têkoşînê ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dê bi ruhê wan ê fedayî bigihe serkeftinê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:
-Misleh Kara, bi nasnavê Zagros, li Qilaban/Şirnexê ji dayîk bûye, sala 1999 tevil bûye
-Halîme Kuzen, bi nasnavê Bêrîtan Zinar, li Êlihê ji dayîk bûye, sala 2003 tevil bûye
-Fatma Sagin, bi nasnavê Ezda Ararat, li Agiriyê ji dayîk bûye, sala 2005 tevil bûye
-Îbrahîm Daşçi, bi nasnavê Çiya Koçer, li Sêrtê ji dayîk bûye, sala 2005 tevil bûye
-Saynar Turşu, bi nasnavê Faraşîn Sozdar, li Bedlîsê ji dayîk bûye, sala 2007 tevil bûye
-Rifat Kizil, bi nasnavê Çekdar Amed, li Amedê ji dayîk bûye, sala 2009 tevil bûye
-Şîrvan Muawer, bi nasnavê Xoşmêr Zîlan, li Bokanê ji dayîk bûye, sala 2008 tevil bûye
-Mehmet Şerîf Yusufî, bi nasnavê Hejar Hewreman, li Merîwanê ji dayîk bûye, sala 2010 tevil bûye
-Yilmaz Kirbay, bi nasnavê Dilovan, li Amedê ji dayîk bûye, sala 2002 tevil bûye
-Aysel Dîk, bi nasnavê Xemlîn Başkale, li Wanê ji dayîk bûye, sala 2006 tevil bûye.